Navenda Çapemeniya YPG’ê encama operasyona li bajarokê Sirînê û Hesekê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Hat ragihandin ku di encamê de êrîşên çeteyan li Sirîn û Cerablûsê hatin şikandin û operasyona Panorama başûrê Hesekê didome. Bi giştî 26 termê çeteyan û gelek cebilxane ketin destê YPG’ê. 

Daxuyaniya fermî ya YPG’ê bi vî rengî ye: “Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya şevêdin li derdora bajaroka Sirîn dabûn despêkirin, bi temamî hat şikandin. Pêr sihare di navbera hêzên me û komên çeteyên ku bi çekên sivîl ketibûn bajaroka Sirîn de pevçûnên dijwar hat jiyîn. Piştî pevçunên dirêjahiya rojê de belav bû ev êrîşê çeteyan hatin şikandin.


Li Kobanê 6 şervan şehîd ket

Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van pevçûnên sing bi sing û dijwar de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê qadê 8 termê çeteyan bi dest xistin.

Di daxuyaniya pêr a ji aliyê Fermandariya Kobanê de hatibû belavkirin de hatibû gotin ku 7 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Têkildarî mijarê wiha hate gotin: “Di pevçunên heta êvarê dewamkir de 6 rêhevalên me yên din jî bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadete. Bi vê awayî di pevçunên 24 saetên dawî de bi giştî 13 rêhevalê me gihiştiye şehadete. Çeteyên DAIŞ’ê şevê din ji milê Cerablûsê bi çekên giran û topan êrîş birin li ser çeperên hêzên me ya li ber çemê Firatê. Piştî hêzên me bersiv dan, çeteyan neçar man êrîşên xwe bidin sekinandin.”


Operasyona li Hesekê didome

Her wiha YPG’ê derbarê operasyonên li Hesekê jî ew agahî dan: “Operasyonên hêzên me ya ku bi armanca paqijkirina çeteyan ji Hesekê hatibû destpêkirin berdewam dike. Hêzên me şevê din ji taxa Neşwê ber bi herêma Panorama ya başûrê bajer ve pêşketin. Operasyona ku li hember çeteyên ketibûn taxa Hey Zihur hat lidarxistin, bi awayekî serkeftî berdewam dike. Di vê operasyonê de hêzên me derbên giran li çeteyan xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê herême 18 termê çeteyên hatine kuştin, 13 kleş, 2 BKC, 1 roketavêja B7 û bêtelek bi dest xistin. Operasyona hêzên me didomin.”


 ANHA