Ji bo welatiyên bi navê Davut Altinkaynak, Suleyman Seyhan, Hîkmet Kaya, Abdurrahman Coşkun, Abdullah Olcay, Mehmet Emîn Aslan, Nedîm Akyon û Seyhan Dogan ên ku di sala 1995’an de li gundê Tîruva yê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ji aliyê leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê ve hatin binçavkirin û careke din tu agahî ji wan nehatibû girtin li cihê tê îdiakirin ku bi komî lêhatin veşartin cara duyemîn kolandin hate destpêkirin. Di bîra li navenda gund, berê ji aliyê xizmên windayan ve hatibû kolandin û 2 hestiyên hatin şewtindi lêhatin dîtin de serê sibê kolandin hate destpêkirin û di kolandinê de hestiyê tasa serê mirovekî û hinek parçeyên cilan hatin dîtin. Xebatên kolandinê di bin çavdêriya Dozgerê Komarê yê Kerboranê ve tên kirin û heyeta ÎHD’ê jî li cihê bûyerê xebatan di şopîn e. Xizmên windayan û gundî jî dûr xebatan di şopînin û derdora gund ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin.
Hestiyên şewitî derdikevin
Li herêmê di 17’ê sibatê de di bin çavdêriya Dozgerê Komarê yê Amedê û heyeta ÎHD’ê kolandin hatibû kirin. Di kolandina li herêma nêzî gund pêk hat de tu hestî nehatibûn dîtin. Pişt re xizmên windayan bi derfetên xwe li bîrekê de bi kepçeyê kolandin pêk anî. Di kolandinê de 2 hestiyên tê gotin ayîdî mirovan in û şewitî hatin dîtin.
Di sala 1995’an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê leşkerên Fermandariya Cendirmeyan ên Kerboranê welatiyên bi navê Davut Altinkaynak, Suleyman Seyhan, Hîkmet Kaya, Abdurrahman Coşkun, Abdullah Olcay, Mehmet Emîn Aslan, Nedîm Akyon û Seyhan Dogan binçavkirin û tu agahî ji wan nehate girtin. Tenê cenazeyê Suleyman Seyhan di 6’ê adara 1996’an de li nêzî bîrekê şewitî hatibû dîtin. Cenazeyên 7 kesan 17 salin nehatin dîtin. Li ser îdîayayên 7 kes tevlî PKK’ê bûn dosya hate girtin. Lê piştî malbata di sala 2009’an de ji bo dosya bi dosyaya Ergenekonê ve bê girêdan serlêdan kirin careke din hate vekirin.
MÊRDÎN - DÎHA