
Di qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de, şervanên QSD’ê stasyoneke trenê ya bi 18 kîlometreyan li rojhilatê Reqayê ye û bajarokê El Kerama yê Reqayê ji DAIŞ’ê tê paqijkirin ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de gav bi gav nêzî Reqayê dibin. Şervanên QSD’ê, li baskê Bîr Heba yê pêngavê, stasyona trenê ku bi 3 kîlometreyan li başûrrojavayê gundê Qeste El-Keson û bi 18 kîlometreyan li rojhilatê Reqayê ye ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Şervan her bi pêş ve diçin.
El Kerama tê paqijkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, beşeke mezin a bajarokê El Kerama yê li rojhilatê Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê paqij kirin. Hat ragihandin, beşeke mezin a bajarokê El Kerama, ku bi 20 kîlometreyan li rojhilatê Reqayê ye, ji çeteyan hatiye paqijkirin. Bajarokê El Kerama yek ji navendên girîng ên DAIŞ’ê yên li Reqayê ye. DAIŞ‘ê ev herêm ji xwe re weke navendekê ji bo êrîşên li dijî QSD’ê bi kar danî. Navenda Ragihandinê ya QSD’ê li ser operasyona bajarokê El Kerama de dîmenek weşand û di vî dîmenî de tê dîtin bê şervan çawa derbasî nava bajarok dibin û herêmê ji çeteyan paqij dikin. Di heman demê de ji dîmenan tê fêhmkirin, bê çeteyên DAIŞ’ê li aliyê Bîr Hebayê jî li pêşberî şervanên QSD’ê çiqasî qels bûne.
Nasnameya 2 cangoriyan hat eşkerekirin
YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Bajarê Hesekê ji destpêka şoreşê heya niha bi sedan keç û xortên xwe ji bo welatekî azad diyarî axa pîroz kir. Ji bo pêkhateyên herêmê di nava aramiyê de bijîn, hê jî berdêlên giran dide.”
Navendê diyar kir, ku hevalên wan Siwar û Ziyad, tevî ku zewicî jî bûn, bi germahiya şoreşê bûn evîndarê azadiyê û dema bi erk û wezîfeya xwe ya parastinê radibûn, li herêma Hesekê jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Weke Yekîneyên Parastina Gel-YPG û Yekîneyên Parastina Jinê-YPJ em hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin. Di serî de ji malbatên her du şehîdan, ji tevahiya gelê me yê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê re sersaxiyê dixwazin. Em soza dubare dikin ku ji bo afirandina jiyanek li welatekî azad, em ê têkoşîna xwe xurtir bikin.”
Nav paşnav: Ebdurrehman Şiwêx
Nasnav: Siwar Hesekê
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Hesekê / 17-03-2017
Nav paşnav: Mehmûd Hec Fetah
Nasnav: Ziyad Hesekê
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Hesekê/ 16-03-2017