Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê ya rizgarkirina gundewarên Reqayê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de, nûçegihanên me raghandin ku ji şeva din ve di navbera şervanên Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ`ê de li bajaroka El-Kerama ku 20 km li rojhilatê bajarê Reqayê dikeve şerên giran rû didin. Di encamê de heta niha şervanan beşekî mezin ji bajarok rizgar kirin û li beşê din ê bajarok şerên dijwar diqewimin. Nûçegihanan dane zanîn ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê xistine. Ta kêliya amadekirina vê nûçeyê şer bi dijwarî li bajarok rû dide. Bajaroka El-Kerama yek ji bargehên sereke yên çeteyên DAIŞ`ê li herêma Reqayê ye û çeteyan ji wir êrîşe çeperên QSD`ê dikirin.


 REQA