Li Colemêrgê yek ji zozanên ku neqedexekirî Berçelan e, lê belê dîsa jî bêyî destûr kes nikare biçe zozana Berçelanê. Naîf Kanat dibêje wekî ku ew ji welatekî biçin welatekî din û wiha dipeyive:” Dema belge di dest me de tine be em nikarin biçin. Li noqteyên sînor tenê pasaport têr dike, lê li vira rewş cuda ye. Divê hem nasname hebe hem jî belgeya taybet a destûrê. Dema ev tine bin em nikarin biçin zozanan.”
Hayrettîn Karataş ê ku şivantiyê dike jî dibêje: “Li van deran dema mirov şivan be xweş e. Deştên mezin hene, giya zêde ye û av hênik e. Dema serokomar hatibû Colemêrgê gotibû ew dawî li qedexekirina zozanan bînin. Ev ne rast e. Bêyî belge mirov nikare were van deran. Dema mirov tê vir wekî ku diçe Îran an jî Sûriyeyê. Bêyî pasaport me bernadin.”
MA/COLEMÊRGA