Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku di çarçoveya xebatên yekîtiya kurdan de Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumenî Niştimaniya Kurd li Surî (ENKS) Desteya Kurd a Bilind damezirand, hemû xebat di bin banê desteyê de dibin yek. Li bajarê Kobanê jî di vî warî de xebat bi lez bûn. Li bajêr di serî de komîteyên ewlekariyê, hemû komîteyên wekî civakî, aborî û siyasî bûne yek. Di vê çarçoveyê de li Navenda Asayîşa Bajêr û hemû noqteyên ewlekariyê alên Desteya Bilind bi beşdariya gel hatin daliqandin. Her wiha komiteyên ewlekariyê yên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û ENKS'yê bûn yek û Komiteya Ewlekariya Bajêr hate avakirin. Tevî nûner û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî, bi sedan kesan tevlî merasîmên daliqandina ala Desteya Bilind bûn û keyfxweşiya xwe anîn ziman. Girseya gel her weha çûn serdana noqteyên ewlekariyê û sloganên "Bijî yekîtiya kurd" berz kirin.
Banga yekîtiya netewî
Endamê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Enwer Mislum der barê xebatên tên meşandinnêrînên de axivî û diyar kir ku ev gava yekîtiyê di necama keda herdu meclîsan de hatiye avêtin. Mislum, destnîşan kir ku Desteya Bilind îradeya gel e, loma piştgiriyê didinê û got, "Em bi hêvî ne ku biryarên Desteya Bilind li hemû Rojavayê Kurdistanê were bicîhanîn. Divê em li hemberî hewldanên lawazkirin û têkbikirina yekîtiya kurdan, hemû tedbîrên xwe bigirin."
'Gavek dîrokî ye'
Endamê ENSK'ê û Rêveberê Partiya El Wehde Mehemet Hebeş jî destnîşan kir ku ev gava hanê gavek dirokî ye û ev tişt gotin: "Hemû armanc ji bo yekîtî û xizmeta gelê kurd e. Em soz didin ku em ê van karên xwe heta bidestxistina mafên kurdan bidomînin. Ev gava pêşî û ya dawî jî nîn e."
DÎHA/KOBANÊ