
Beşdarên Konferansa Jinên Kurd a li Moskovê gotin, konferansa ku wan li dar xist, ji bo yekîtiya neteweyî gaveke girîng bû.
Jinên ku tevlî konferansa jinên Kurd a li Rûsyayê bûn, ji ANF’ê re konferans nirxandin.
Seroka Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê, Jûlyeta Aram got, “Bi beşdariya gelek jinên ji herêmên cihê yên Rûsyayê, em konferansa xwe li dar dixin. Di pêvajoyeke wisa hesas de em hatin gel hev û me rojeva li Kurdistanê nirxand. Yek ji xala sereke ya konferansa me jî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em ji tendirustî û ewlehiya Rêbertiya xwe bi fikar in. Di serî de CPT divê hemû hêzên navneteweyî têkevin dewrê.
Xaleke din a girîng jî ev e ku, em Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî li dar bixin. Em hêvîdar in ev konferans wê ji bo Kongreya Kurd a Neteweyî bibe destpêkeke girîng. Heke Kurd yekîtiya xwe pêk bînin ew ê azadiya xwe bi dest bixin.”
Ji bo pêşîgirtina li şikestinê Kongreya Neteweyî ferz e
Endama Rêveberiya Organîzasyona Jinên Kurd a Moskovê Dîlbera Rustem jî li ser konferansê û maneya wê got; “Gelekî girîng e ku di pêvajoyeke wisa de em tên ba hev û kêşeyên xwe bi awayekî demokratîk dinirxînin. Em jî wek Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, me konferansa jinan li dar xist. Ez hêvîdar im piştî konferansê li her çar parçeyan wê Kongreya Jinan û Kongreya Neteweyî ya Kurdan bicive.”
Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd a Rûsyyayê, Kurdistan Lezgiyeva jî îşaret bi rewşa Ocalan û tecîrdkirina wî kir û wiha li ser konferansê peyivî: “Konferansa me beriya her tiştî êrîşa li ser kampa penaberan a Mexmûrê şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bila kiryarên vê êrîşê bidarizînin.
Jinên ku ji cihên cuda yên Rûsyayê hatin, nirxandinên girîng kirin. Herî zêde rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate rojevê. Wekî ku tê zanîn ji mêj ve li ser Rêbertiya me tecrîdeke giran heye.
Rojeveke din a girîng jî êrîşên li Bakur û Başûrê Kurdistanê bû. Di demên dawî de gelek bajarên Kurdan teslîmî hêzên Iraqê hate kirin û vî tiştî li ba Kurdan şikestinek çêkir. Ji bo ev tişt dubare nebe, divê yekîtiya neteweyî were lidarxistin.”
Zindîkirina çandê zehmet e
Hevseroka Otonomiya Çandê ya Kurd a Novoalaksandrovskî Nazê Bazûyeva jî îşaret bi kêşeya asîmîlasyonê û cihê wê di rojeva konferasnê de kir: “Di konferansa me de gelek tiştên girîng hatin nirxandin. Bi taybetî ji bo sekinandina asîmîlasyonê û bipêşvebirina çanda Kurd fikrên girîng derketin holê. Li cihekî wekî Rûsyayê zindîkirina çanda me ya Kurdan gelekî zehmet e. Ez bawer dikim ku bi van konferans û nîqaşan, gelek tişt wê bi pêş ve biçin.”
ANF / MOSKOV