Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê rojên dîrokî dijîn. Li aliyekê ji bo parastina herêma xwe rêxistina xwe xurt dikin, li aliyeke din jî hewl didin ku ji bo pêşxistina şert û mercên jiyaneke aşitiyane bi gelên din ên Sûriyeyê re bang dikin. Kurdan di 19-22’ê Tîrmehê de dest danî ser rêveberiya bajarên Kobanî, Efrîn, Dêrka Hemko û Amûdê, niha jî çavê Kurdan li mezintirîn bajarê Kurdan ê Rojavayê Kurdistanê Qamişlo ye.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim pêşketinên van rojên dawiyê ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku li Qamişloyê rewşeke aram heye, lê di nava gel aloziyek heye. Muslim got; “Qamilşo herêma hesas e” û diyar kir ku wana ji bo derketina hêzên ewlekariya Sûriyeyê ji bajêr tu ûltimatum nedaye.
Hewldanên yekîtiye xurt dibin
Hevserokê PYD’ê ragihand ku Heyeta Bilind a Kurdan a ku biryara damezrandina wê di peymana li Hewlêrê di navbera hêzên Kurdan de pêk hat de hatibû dayîn, hat damezrandin.
Du hefte berê, di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, her du meclîsên Rojavayê Kurdistanê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê li Hewlêrê li hev civiyabûn û biryar dabûn ku Konseya Bilind a hevpar a Kurdan bê avakirin. Ev peyman di nava raya giştî de weke Peymana Hewlêrê tê binavkirin, peyman ji 7 madeyan pêk tê, di nava vana de avakirina komîteyên hêzên parastinê jî hene. Heyeta Bilind a Kurdan dê li hundir û derve nunertiya hemû Kurdên Rojava bike.
'Biryara hêza leşkerî wê konsey bide'
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniya da de got ku ev hêza ji ciwanên ku piraniya wan ji artêşa Sûriyeyê firar kirine pêk tê, heta niha ji bo Sûriyeyê nehatine şandin, lê ew dixwazin ku ji bo valatiya ewlehiyê ya piştî vekişîna hêzên artêşa Sûriyeyê dabigirin amade dikin. Hevseroê PYD’ê vê daxuyaniya Barzanî nirxand û piştrast kir ku ev ciwanên Kurd li Başûrê Kurdistanê tên perwerdekirin. Muslim diyar kir ku Heyeta Bilind a Kurdan dê biryara şandina van hêzên leşkerî bide û got; “Ger pêwîstî pê hebe, dibe Heyeta Bilind a Kurdan hatina wan erê bike.” Serokê PYD’ê îdîayên ku PKK li Rojavayê Kurdistanê ye jî derewandin û aşkera kir ku, “Teqez tune ye. Tu têkiliyekî organîk yê me bi PKK’ê re tune ye.” Hevserokê PYD’ê îdîayên ku di çapemeniya Tirk yên weke Artêşa Sûriyeya Azad ji ber pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê gef li wan xwarine jî derketine derewand. Muslim dema têkiliyên bi muxalefeta Sûriyeyê re jî nirxandin diyar kir;“Tam berovajiyê wê di navbera me de dostaniyek heye.” Muslim aşkera kir ku, Artêşa Sûriyeya Azad ya ku bi piştgiriya welatên rovaja hatiye çekdarkirin bûyî jî, sempatiya wan ji bo tekoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê heye. Muslim got; “Sempatiya wan ji bo me heye. Tu gef tune ne. çênebûne û em ne li bendê ne ku çêbibin jî. Bi xweşbînî û têgihiştî nêzîk dibin. Kurdan weke perçeyekî ji şoreşê dibînin.” Hevserokê PYD’ê destnîşan kir ku, di asta komîteyan de têkiliyê wan bi Artêşa Sûriyeya Azad re hene û bang li raya giştî kir ku, ji nûçeyên manipulative yên bi vî awayî “bawer nekin”. Her wiha ji bo gelê Kurd jî peyama “Bila baweriya wan bi me bê” da.
Em ne li benda mudaxeleya Tirkiyeyê ne
Hevserokê PYD’ê bi lêv dike ku, gelê ku rêveberiya herêmê xistî destê xwe tenê ji bo ewlekariye xwe ye û ev ne tedbîreke li hember gelê din û wiha got; “Tiştên ku li vir diqewimin tevgerên ji bo parastina rewşa me ne. Li hemberî tu kesê nîne.”
Muslim da zanîn ku, ev çar sale ji bo projeya Xweseriya Demokratîk xebatê dikin û aşkera kir ku, hinek alî û derdorên Ereb jî ji bo Sûriyeyê dilgerm li vê modelê dimeyzînin. Muslim ku dibêje, “Li gel gelê Tirk tu dijminahiyek me tune ye. Li dijî tu kesê pêngav neavêtiye.” Her wiha Muslim anî ziman ku ew ne li bendê ne ku dewleta Tirk mudaxeleyekî leşkerî bînin ser Rojavayê Kurdistanê û got; “ Ev hinekê girêdayî konjontura navneteweyî ye.” Muslim destnîşan dike ku, dahatûya Beşar El Esad êdî ne di destê Sûriyeyiyan de ye û got; “Girêdayî konjonktura navneteweyî ye. Ger di nava wan de lihevhatin hebe dê biçe, biryara vê dê hêzên ji derve bidin.” Muslim herî dawî da zanîn ku, li Sûriyeyê pevçûn zêde bûne, ger zêde nederkeve çapemeniyê jî di pevçûnên li Helebê de bi sedan mirov hatine kuştin.
MAXÎME AZADÎ / ANF/BRUKSEL