Ev gotina ku çend meh in di ser nivîsên min de cih digirin, wê naveroka nivîsa min ya îro jî be.
Tevî ku hevdîtina li Îmraliyê mora xwe li rojeva Tirkiyê daye jî, tecrîd berdewam dike. Daxwaz û îradeya gelê kurd û nasnameya Birêz Ocalan bi awayekî fîîlî hate erê kirin. Dewleta Tirkiyê mecbur ma ku biçe Îmraliyê û ligel Ocalan rûne.
Bêguman ne cara yekemîn e, lê dîsa jî axaftinên serokwezîrê Tirk Erdogan û zadeganên li dora wî, zimanê medya ligel desthilatdariya AKP´ê ne hatiye guhertin.
Şerê psîkolojîk didine meşandin.
Di demeke ku hêzên herêmê li ser dengeyên nû têne rûnandin de, hevdîtina li Îmraliyê ya bi Ocalan re, helbet gaveke erênî ye. Lê ne bes e û têra baweriya gelê kurd nake. Ji ber ku daxwaza gelê kurd ya azadkirina Ocalan û di şexsê Ocalan de serbestberdana siyasiyên kurd tevahî heye. Gelê kurd, di her firsendê de Birêz Ocalan weke îradeya xwe îlan kiriye. Dîlgirtina Birêz Ocalan li Îmraliyê, weke dîlgirtina îradeya xwe jî bi nav kiriye. Bi vê mebestê, her gav avêtina dewleta Tirk û desthilatdariya AKP´ê, xwedî taybetmendiyek e û giring e. Gav avêtinên darîçav yên dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKP´ê, wê raya giştî û bikaranîna gotin û zimanê siyasiyên Tirkiyê jî biguhere. Di heman demê de, wê bibe destpêka dermankirina birînên 40 salên şerê dijwar. Wê bibe rêgirtina li ber faşîzma reş ya li kolanan û linca li metropolên Tirkiyê.
Bêguman pêvajoyên aştî û çareseriyê dijwar in û gelek davik û kemînên metirsînî jî di nava xwe de diragirin. Lewma, her gava dewlet û desthilatdariya AKP´ê, erênî-neyînî wê di dahatuya Komara Tirkiyê de rolekê bilîze. Dewleta Tirkiyê di sala 2012´an de, li hundir û derve têk çû. Di şerê Sûriyê de, di têkiliyên bi cîranan re û di têkiliyên dîplomasiya cîhanê de jî, mixabin Tirkiye roleke erênî û exlakî ne lîst. Yek rêbaza însanî pêk ne anî, yek peymana navneteweyî li ber çavan ne girt û li gorî huquqê gerdûnî tevnegeriya. Di encamê de, Tirkiye bû bizina nojek, endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropa têk çû. Helbet ev teva wê bandorê li dahatuya Tirkiyê bikin.
Pêwiste Tirkiyê fam bike ku bi generalên kimyewî pirsgirêka kurd safî nabe. Divê, dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKP´ê, di hevdîtinên Îmraliyê de û bi Bırêz Abdullah Ocalan re dilsoz be. Ji şerê psîkolojîk bêhtir, zimanê çêker û erênî bikar bîne.
Car din dubare dikim; di vê pêvajoya ku di şexsê Sûriyê de hêzên herêmê li ser dengeyên nû têne rûnandin de, pêwiste dewleta Tirkiyê bi aql-i selîm tevbigere û rojekê berî rojekê, hevdîtinên li Îmraliyê veguhêze diyalogê. Di vê diyalogê de jî, pêwist e şertên aktorê sereke yê aştî û çareseriya pirsgirêka kurd, Birêz Abdullah Ocalan ku berî niha destnîşan kiribûn bêkemasî werin bicihanîn.
Di her firsendê de, gotina “çek danîne” bikartînin. Yanî çi? Gelo di Tirkiyê û desthilatdariya AKP´ê de çi guheriye? Eger gerila çekan deyne, temînata gelê kurd çiye, Erdogan e, an Org. Nejdet Ozelê kimyewî ye?
Gelê Kurd, Tevgera Azadiya Kurd, Îmrali, bi giştî dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKP´ê, CHP´ê, MHP´ê û zihniyeta Ittîhadî teva baş nas dikin.
Ez car din, gotina destpêkê dubare bikim: Erê, hevdîtina li Îmraliyê pêk hat, lê di çarçoveya tecrîda li Îmraliyê de, qirkirina siyasî, operasyonên eskerî, ixrac kirina çeteyên paramilîter ya li Rojavayê Kurdistanê, zihniyeta înkar û tunekirinê di bikaranîna zimanê psîkolojîk de berdewam dike.
Pêwist e, berî her tiştî, dewlet û desthilatdariya AKP´ê navê pirsgirêkê lê bike û gavên dilsozî biavêje. Gava pêşî, dîsa li Îmralî û li girtîgehan e.
Gavên dilsoz lazim in
Hevdîtin hene, lê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan berdewam dike. Divê şertên Ocalan werin cih.