Saeta dîrokê, ber bi 7’ê Hezîranê her diçe nêzîk dibe û rojev jî germ dibe.
Desthilatdariya cehaletê û statukoîst Erdogan, ji aliyekî ve qelemşorên ‘bîadîst’, ku wek gayê xesandî tên bi navkirin kirine nava tevgerê, ji aliyê din ve kontra....
Yek ji gayê xesandî NÎR METÎN ER e. Neferekî paçxwer e!..
‘Nîrparêz’î, bi gotina Sartre, karê teorîsyenên koloniya nû ye. Di hiyerarşiya sîstema dewşirmetiyê de ‘gayê xesandî’ ne û tenê dikarin zeviyên telaqreşiyê cot bikin. Saeta mêjiyê ‘nîr metîn er’ jî, tenê bi gotina “kafir-î nîmet” têne binavkirin û ji civaka kefere, kûffar têne hejmartin. Ev gayê xesandî Mehmet Metîner e!..
Navê kesên wilo, li gorî “hurufu kafiye” tê nivîsandin. Lewra, min NÎR Û METÎN ER bikar anî. Ji ber ku navên “gayên xesandî”, li gorî guzergeha jiyana wan, ya li ber nîr û di cot de, bi “kafiye-î sencan” têne xwendin.
Mînaka “axayên harêmê”n li Sarayên Osmaniyan jî baş tê zanîn.
Nîrparêz Mehmet Metîner jî, bi gotina “kafirîstan” kulabekî din bi nîrê li ser stuwê xwe zêde kir û daxuyakirin ku ew, di cotkariya zeviyên xiyanetê de gelekî jêhatî ye, stratejisyenekî baş yê bebextiyê ye.
Wilo xuya dike ku misasa Erdogan dirêj e û zexta di serê misasê de bandorek baş di rohnê gayên xesandî de dike. Gotina “kafirîstan” yekemîn car çeteyên DAIŞ‘ê bikaranî. Duyemîn, Pat-î Erdogan gotina “Zerdeştî” bi kar anî û Kurd kafir îlan kirin.
Sêyemîn kes jî “bîadî”st Mehmet Metîner e. (12.05.2015)
NÎR METÎN ER-NEFER, ji cureyê çeteyên BÎADÎST e û gavekê li pêşiya faşîstan e, bi ruhê “kuwayî xayinan” kar dike.
AKP’e, rejîma “eylulîst”an diparêze, lewma NÎR METÎN ER-NEFER jî bi saeta mêjiyê xwe, wek îdeolekî vê sîstema kujer û bextreş kar dike.
Tê zanîn, dema ku gayê xesandî, têr ce û ka bin, bitir dibin. Di ragirtina nîr û kişandina halet de jêhatî ne. Di ber nîr de metroziyan nakin, mozik jî ne xema wan e. Xwediyê gotina “kafirîstan” Mehmet Metîner, ya rastî nasnameya xwe qîriya û careke din diyar kir ku, cûdatiya wî ji çeteyên DAIŞ’ê, jî faşîstên Alperenler nîne. Ev xisleta Kurdên, “bîadîst” e.
Vêceee, AKP’e û Erdogan’ê ku li Bakurê Kurdistanê biqasî Kenan Evren ketiye xwîna Kurdan, li Başûrê Kurdistanê jî “dagirkeriyek veşartî” kiriye pratîkê.
Di girtîgehan de ne kêmtir ji Kenan Evren tabutên şoreşgerên Kurd derxistin derve. Hîna jî girtiyên azadiyê di dora mirinê de ne. Biqasî Kenan Evren, ciwanên Kurd, zarokên Kurd kuştin, seqet hiştin. Gel jî qir kirin. Roboskê, Geliyê Tiyarê, Xerza û Amed mînak in.
Tiştekî din; bîadîst û xwedayê gotina “kafirîstan” NÎR METÎN ER-NEFER nifşê aktîf yê xayinan e. Demên berê, Kurdên ku xwe inkar dikirin, “ajantî” dikirin, pasîf bûn. Rûreşî, xiyanet û telaqreşî di nava bêdengiyê de dikirin.
AKP’e ev “bîadî” guhert, xayin û ajanên Kurd aktîf kirin. Nîrparêzî wek rûmetek bi madalyona li gorî “hurufu kafiye” derxistin pêş. Î-NÎ-STANek avakir... -Î- înkar e, -NÎ-, nîr e, STAN jî dilê kurmî ye. Yanî kafirîstan!... Ev cebberudiya bi destê AKP’ê hatiye bi hêz kirin, îro di devê Mehmet Metîner de bûye qajikê qîrî û ha ha dicuwê.
Siltan Hemîd, ji bo Kurdên li dijî Kurdan, madalyonên zêr derxistin û kirin paşa.
Siltan Erdogan jî, ji bo Kurdên li dijî Kurdan pereyekî baş dide, bi parlamenteriyê, bi qunciknivîsiyê xelatgîr dike; pêşî wek haşhaşiyan serxweş dike, piştre dixesîne, nîr dideynê ser stuwê wan û di zeviyên xiyaneta stratejîk de bi wan cot dike.
Vêce, namerdiya gayê xesandî Mehmet Metîner jî, li gorî John Keane “wek edîtorekî mekanîzmeya korporatîst kar kirin e.” Di cotkariya gayê xesandî NÎR METIN ER-NEFER de, xetkêşiya qirkirina faşîstan, çete û gladio jî heye.
Di van rojên ku saeta dîrokê nêzîkî 7ê Hezîranê dibe, cehaleta statukoîst Erdogan, cotkariya gayên xesandî Mehmet Metîner jî, di rengên cûda de dikeve pratîkê. Bombeyên li Edenê û Mêrsînê, bi stratejiyek zirav û fetwa “Çelebî Suud efendî” ketin pratîkê.
Dîse jî em bêjin; dinamoya mobîl-stratejisyen û gayên xesandî, nikare modela demokratîk, ku wek “bîrdoza pileya dirêj” şaristaniyek nû diqîre û li tevahiya herêmê belav dike, bidê rawestandin.