Dengbêj Gazin a ku bi dizî dest bi dengbêjiyê kir, timî xwest cihê rêûresma dengbêjiyê li nav civakê xuya be. Ew her wiha bû yek ji wan kesan ku bi israr jinên ciwan jî kirin dengbêj.

Dengbêj Gazin, ku heta niha 12 albûm derxistine, pêr êvarê wefat kir. Raziye Kizil a ku bi navê xwe yê dengbêjiyê, weke Dengbêj Gazin navdar bû, îna bihurî piştî dilê wê sekinî rakirin nexweşxaneyê, bi vê celtê re, celtê li serê wê jî dabû û xwîn çûbû ser mejiyê wê. Hewldanên dermankirinê encam nedan û pêr êvarê mirina Dengbêj Gazin a mejî hat ragihandin.

Dengbêj Gazin li navçeya Bedlîsê Tetwanê sala 1959´an hatiye dinê. Di çardehsaliya wê de wê de wê didin zewicandin. Di salên 1990´î de ji ber stranên di dawetan de gotî, lê 3 doz hatin vekirin û di yekê ji van dozan de 2 sal cezayê girtîgehê lê hat birrîn.

Bi dizî kilam gotin

Dengbêj Gazin li dûv xwe 9 albûm hiştin, klîbeke wê jî heye. Bi her halî wê destpêkê, bêyî ku haya malbata wê hebe dest bi gotina kilam û staranan kir. Ji bo albûma xwe ya yekê dibêje, "Malbata min piştî ku kasetên min derketin, pê hisiya. Destûr hebû em lê bihisînin, lê destûr nebû em bibêjin. Hingê, li mala me li kaseta min dihat hisandin, lê nedihat zanîn ku ez im ya ku dibêje. Dema ku min ji wan re got, ez im ya ku dibêje, pêşî bawer nekirin. Paşê hêdî hêdî fêrî bûn, li vê fikrê baniyan."

Komeleya Jinên Dengêbêj

Dengbêj Gazinê ji piçûkatiya xwe dest pê kir û demeke dirêj kilam gotin. Hasil, bi navê Dengbêj Gazin li nav Kurdan hatiye nasîn. Bi salan e di vî warî de ked da. Sala 2010'an ligel hin hevalên xwe Komeleya Jinên Dengbêj li Wanê vekir.

Wê ligel dengbêjên jin ên din, sala 2011'an albuma "Komela Jinên Serhedê" derxist. Ligel Aşik Leylî bi navê "Ji Wanê Heta Yêrîwanê" albumek derxist. Her wiha bi navê "Meyremê", "Mûşa Şewitî" albumên xwe pêşkêşî hunerhezan kir. Wê wekî din gelek jin û mêrên ciwan jî weke dengbêj gihandin û perwerde kirin.

Dengbêjî karê jinan e Ji ber nasnameya xwe ya jin, Dengbêj Gazin bi xwe digot, Dengbêjî ji çanda jinê ye, lê belê ji ber ku jin xuya nake, hêdî hêdî jî çanda dengbêjiyê di nava jinan de kêm bûye. Dengbêj Gazin wekî din li ser mijarê digot, piştî ku bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê re jin bêhtir xuya bûn, jinan çanda dengbêjiyê dewam kiriye. Wê bi van hizr û kirinên xwe bêhtirî 30 salan dengbêjî kir.

Dengbêj Gazin ku celtê li dilê wê da, rakirin nexweşxaneyê Wanê Ya Yuzunci Yilê. Dengbêj Gazin a ku li vê derê 3 rojan hat derman kirin pêr wefat kir. NAVENDA NÛÇEYAN

Xewna dibistan dengbêjan

Dengbêj Gazin timî êşên jinên Kurd dikirin kilam. Çi erdheja Wanê be, ji komkujiya Roboskî be, hemû li cem wê bi deng û dilê wê bûn kilam: "Ha ev êş çavkaniya dengbêjiyê ne."

Xewna wê ya herî mezin jî ew bû ku dibistaneke dengbêjiyê vebe: "Ev çand û rêûresm divê dewam bike. Ji bo vê divê dengbêj bên cem hev. Divê dibistaneke dengbêjan a ku hemû dengbêjan bihewîne, hebe. Ji ber ku Dengbêj mamoste ne. Ew mamosteyên Kurdî ne.

Jixwe, roj bi roj ev çand û rêûresm ber bi nemanê ve diçe. Divê em vê rêûresmê ku zimanê me dide jiyan, bidin jiyan. Li cem xelk û neteweyên din hûn nikarin rêûresmên evqasî bedew bibînin."