Wezîra karê derve ya Amerîkayê Hilary Clinton da xuyakirin ku dê welatê wê ambargoyên li ser rejîma Sûriyeyê zêdetir bike û bang li Ewropayê jî kir ku ji bo rûxandina rejîma Sûriyeyê bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha Wezîrê karê derve yê Fransayê Alian Jupe jî bang li Ewroapyê kir kul i dijî rejîma Sûriyeyê ambargoyên bêtir bi bandor dest pê bikin.
Li gorî çavkaniyên mafê mirovan roja yekşemê dîsa zêdeyî 50 kesî harin kuştin ji wan kuştiyan 28 leşkerên artêşa Sûriyeyê û endamên hêzên ewleakriyê ne. Roja duşemê jî ji seatên serê sibehê de êrîşên dijwar li dijî bajarê Humsê tên lidarxistin û şerên giran diqewimin. Ev demeke dirêje ku gelê vî bajarî di nava agirê top û guleyên hêzên dewletê û pevçûnên bi leşkerên veqetyayî re mane.
Fransayê ambargo şidand
Piştî ku Rûsya û Çînê derbarê Sûriyê de mafê vetoyê bikaranîn, Serokê Fransayê bê hêvî nebû û dibêje: “Em ê ligel dostên xwe grûba Dostên Gelê Sûriyeyê damezirînin.”
Serokê Fransayê Nicolay Sarkozy di daxuyaniyekê de ragihand ku Fransa ji bo çareserkirina aloziyên li Sûriyê ligel welatên Ereb û Ewrûpî ji bo pêkanîna grûbek derbarê Sûriyê di nava guftûgoyan de ye. Ev jî piştî wê yekê tê ku şeva borî Rûsya û Çînê li dijî projeya biryara Civata Asayîşa Navneteweyî mafê vetoyê bikaranîn. Di wê projeyê de daxwaz ji Serokê Sûriyê Beşar Esed dihat kirin ku dest ji deshilatdariyê berde.
Sarkozy di beşeke din a daxuyaniya xwe de Rûsya û Çîn bi wê yekê gunehbar kir ku rejîma Sûriyê pal dide ku heta bê dawiyê li ser siyaseta xwe ya hovane ya li beramberî gelê Sûriyê berdewam bike.
Helwesta Çîn û Rûsyayê
Li gorî nûnerê Rûsya yê Netewên Yekbûyî welatên Rojava serê xwe bi çareseriyeke bêtir di cih de ne êşandin lewra jî biryareke hevbeş ji civîna konseyê derneket. Bê guman ev vetoya Rûsya û Çînê piştî ku welatên Amerîka û Ewropayê hin sererastkirinên Rûsyayê qebûl nekirin. Rûsyayê derbarê pêşnûmeya welatên Ereb û welatên Rojava de hin sererastkirin xwestibûn bi taybetî derbarê veguhestina desthilatdariyê û rûxandina rejîmê de lê welatên Yekitiya Ewropayê û Amerîkayê ew sererastkirinên Rûsyayê qebûl nekiribûn.
Rageşiy Rojava û Rûsyayê
Rûsyayê di Konseya Ewlekariya NY’yê de ji bo pêşnûmeya zextên rejîma Esad şermezar dike û banga guhertina rêveberiya Sûriyeyê dike, veto kir. Rûsyayê nerazîbûnên ji Rojava weke “nelicihtî” û “hîsterîkî” bi nav kir.
Wezîrê Karên Derve yê Rûs Sergey Lavrov bersiv da nerazîbûnên Rojava yên li hemberî vetokirina pêşnûmeyê ya ji aliyê Çîn û Rûsyayê ve û got; “Hin dengên ji Rojava nerazîbûn nîşanî dengdana di Konseya NY’yê de didin, ev yek nelicihtî û hîsterîk e.”
Piştî ku Çîn û Rûsyayê dengê vetoyê bi kar anîn, gelek pisporên Rojava aşkere kirin ku vê cote vetoyê cesaret da Serokdewletê Sûriyeyê Beşdar Esad û dê zêdetir zextê li muxalîfan bike. Bo cara duwemîn e ku Rûsya û Çîn di Konseya Ewlekariya NY’yê de li hemberî biryarên li ser Sûriyeyê veto dike û bi vî awayî asteng dike. Çapemeniya Rojava radigihîne ku heta niha nêzî 6 hezar kes di bûyerên li Sûriyeyê de hatine kuştin.
ŞAM / MOSKOV