Welatiyê herêma  Barzan, Îsa Barzan ragihand ku êrîşên ji nêrinên cûda li ser wî hene û got; "Ti pirsgirêkeke min a şexsî nîne û çi ji min bê jî, ev nêrînên min in."

Îsa Barzanî yek ji welatiyê herêma Barzan e. Beriya niha jî carekê hatibû girtin. Îsa Barzanî got; "Par ez hatim girtin û piştî çend mehan ez hatim berdan. Niha jî careke din bi rêya peyamên cuda êrîş li dijê min hene û dibêjin, em ê te birevînin."

Der barê sedemên êrîşan de Îsa Barzan got; "Tenê ji ber ku nêrînên min cuda ne, ez niha ji bi raya giştî re dibêjim, ti pirsgirêkeke min a  şexsî û civakî nîne. Tişta were serê min tenê ji ber wê ye ku min nêrînên xwe gotine û tiştekî din nîne."

Îsa Barzan di 5'ê Tebaxa 2015'an de, ji aliyên asayîşa PDK'ê ve li herêma Barzan ji ber sedemê ku bi rêya tora civakî facebookê wêneyekî Rêberê Gelê Kurd Ocalan û Serokê YNK'ê  Telabanî parve kirîbû, hatibû revandin. Piştî zexteke medyayê û nerazîbûnan 29'ê Çileyê 2016'an bi merca bêdengbûnê hat berdan.

Hêjayî gotinê ye ku PDK li herêma Barzan desthilat e û ti hebûna saziyên çapemeniyê û partiyên siyasî jî lê nîne. 


 ROJNEWS / DIHOK