Şêxê êla Emûr, Mihemed El-Umer ê ji bajarê Humsê beşdarî komxebata eşîrên herêma Firatê bibû der barê gefên dewleta Tirk li dijî bakur û Rojhilatê Sûrî de peyivî.1‘ê Îlonê bi pêşengiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebata êlên herêma Firatê li dar ket. Di komxebatê de hezar û 500 rûspî û şêxên êlên herêmên Minbic, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Cizîrê, herêma Firatê û li rexê din jî nûnerên Rêveberiya Xweser, MSD û partiyên siyasî, amade bûn. Ji beşdarên komxebetê şêxê êla Emûr, Mihemed El-Umer têkildarî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêrînên xwe anîn ziman û got: “Ez ji bajarê Humsê hatim ku beşdarî komxebatê bibim. Em hatine vir da ku li dijî gefên Tirkiyê yên li ser Sûriyê bisekin. Em êlên Sûriyê, gefên dewleta Tirk yên li ser herêmên ewle şermezar dikin. Em her hewldanek derxistina fitneyê di navbera gelên Sûriyê û gelên Tirkiyê de red dikin. Me destê xwe ji bo lihevhatinê dirêj kir. Em bi tevahî aliyan, yên ku hewl didin ewlehiyê li Sûriyê pêk bînin li hev dikin. Ev êrişên dewleta Tirk yên li ser xaka Sûriyê şaştiyeke mezin e, û wê bandorê li ser ewlehiya tevahiya herêmên Sûriyê bikin.”

 

ANHA /GIRÊ SPÎ