
Piştî êrîşa dewleta Tirk li dijî Şengal û Rojava, daxuyaniya destpêkê ya YPG´ê banga xwedîderketinê bû û gelê Rojava di cih de bersiv da: Bi hezaran kes çûn Qereçoxê.
Balafirên şer ên dewleta Tirk doh berê sibehê bombe li çiyayên Karaçokê yên li Rojavayê Kurdistanê û li gelek deverên Şengalê barandin. Gelê Rojava weke bersiv ber bi devera êrîşê ve çû.
Balafirên şer ên Tirk bombe li çiyayên Qereçoxê yên li Rojavayê Kurdistanê, ên nêzîkî bajarê Dêrikê kir. Di heman demê de jî hin herêmên Şengalê jî bombebaran kir.
Êrîşên li Şengalê li Amûd û Geliyê Kersê hatin kirin. Dewleta Tirk bi 26 balefirên şer ev êrîşa xwe ya li dijî gelê Êzîdî, welatê wî û Êzîdiyên ji fermanê filitî, bi rê ve bir.
Herçî bombebarana li herêma Qereçoxê a li Dêrikê ye, li derdora wê û herêma Karaçokê torên ragihandinê bi temamî hatine birrîn.
Dewleta Tirk li radyoya Çira FM xist
Dewleta Tirk bi êrîşa hewayî ya balafirên şer radyoya Çira FM jî kire armanc. Di encama êrişê de avahiya Çira FM a li herêmê weşan dikir hat hilweşandin.
Di êrîşê de baxçeyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêkirî jî bûye hedefa bombeyan.
´Dewleta Tirk dijminê Kurdan e´
Fermandariya YBŞ/YJŞ´yê bi daxuyaniyekê encamên êrîşa bi ser Şengalê de êşkere kir. Fermandarî dide zanîn ku di êrîşê de 6 nuqteyên YBŞ´ê hedef hatine girtin û ji bilî wê gelek cihên civîlan jî hedef hatine girtin. Fermandariyê da zanîn ku di êrîşê de welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest daye û 2 şervanên YBŞ´ê sivik birîndar bûne. Fermandariyê got, di êrîşê de radyoya Çira FM û kewara erzaqa xelkê Şingalê jî bûye hedef.
Fermandariyê hedefgirtina pêşmergeyan jî wiha şîrove kir: "Nûqteyên PDK´ê jî hedef hatin girtin û rastî êrîşê hatin. Di êrîşê de hin pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da. Lêdana nuqteyên pêşmergeyan bi qest e. Ji bo dewleta Tirk rengê wê çi dibe bila be, armanca êrîşan a sereke hebûna Kurd û jiyana wî ya azad e."
5 peşmergeyan jiyana xwe ji dest da
Fermandeyê Lîwaya Taybet a 2’yemîn a Hêza Pêşmerge, Lîwa Hekar Amêdî diyar kir ku 5 hevalên wan birîndar in û got: "Ew pêşmergeyên ku di bûyerê de birîndar bûne, ser bi hêza me bûn û rewşa tendirustiya wan niha baş e. Di êrîşê de 5 peşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 6 pêşmerge birîndar bûn."
Pişgiriya hêzên xwe bikin!
Herçî êrîşa li dijî Qereçoxê ye jî. Fermandariya Giştî ya YPG'ê, li serê, daxuyaniyek da û bang li gelê Rojava kir ku xwedî li hêzên xwe yên rewa derkeve.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê li ser mijarê got, “Di berbanga Sêşema 25'ê Nîsana 2017'an de, saet di 02:00 de balafirên şer ê Tirkiyeyê êrîşeke berfireh li dijî navenda fermandariya YPG'ê ya li çiyayê Qereçoxê li nêzî bajarê Dêrikê pêk anî. Li Qereçox Navenda ragihandinê, radyo, navenda têkiliyan (Itîsalat) û hin saziyên leşkerî hene.
Em weke YPG diyar dikin ku ev êrîşa tirsonek îradeya me ya azad di şerê li hember terorê de naşikîne. Her wiha em bang li gelê Rojava bi hemû pêkhateyên wê dikin ku bi hêzên xwe yên rewa re yek ref bin û li hemberî vê êrîşê piştgiriya hêzên xwe bikin."
Bîlançoya êrîşa li dijî Qereçoxê
Berdevkê Fermî yê YPG`ê Rêdûr Xelîl encama êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser navenda Giştî ya YPG`ê li Çiyayê Qereçoxê eşkere kir.
Rêdûr Xelîl da zanîn ku di encama êrîşê de 20 şervanên wan "şehîd bûne û 18 birîndar bûne". Xelîl diyar kir ku ji birîndaran rewşa sisiyan xeter e.
Berdevkê YPG`ê destnîşan kir ku zerar li malên sivîlan ên nêzî cihê êrîşê jî bûye.
Li Qereçoxê peyamên girîng
Piştî êrîşê bi hezaran welatiyên kantona Cizîrê, nexasim ji Dêrikê û Girkê Legê li ser banga Kordînasyona Sê kantonên Rojava, berê xwe dan Qereçoxa rastî êrîşên balafirên Tirkiyê hatî û sê kîlometroyan meşiyan. Serokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan û Berdevaka Fermî ya YPJʹê Nesrîn Ebdulah jî ji gel re axivîn û gotin ku kombûna gel bersiva herî xurt e.
Ebdulkerîm Sarûxan ji hezaran welatiyî re axivî û got: "Gelê me yê îroj li vir hazir e, cihê spasiyê ye, ji ber ku xwedî li YPG`ê û YPJ`ê derket û li vir amade bû."
Sarûxan di dewama axaftina xwe de jî got: ʺEv yek weke tolhildanê bû, lê êdî gelê Rojava xwe azad dike. Wekî her kes dibîne hêzên koalîsyonê û wan jî rapora xwe amade kir û dê bi navendên xwe re bikevin têkiliyê.ʺ
Piştî Sarûxan her wiha Berdevka Fermî ya YPJʹê Nesrîn Ebdulah jî ji gel re axivî û got: ʺBersiva herî girîng li hember Tirkiye ku va ye gelê me îro li vir e, me her tim bi rihê serketinê soz da, em careke din xwedî wê sozê ne.
Em xwedî vê sozê ne ku me çawa dest pê kir em ê wiha dewam bikin, bila gelê me serê xwe bilind bike.ʺ
ŞENGAL / DÊRIK