Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, li ser encamên hilbijartinên 24’ê Hezîranê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: “Bi dek û dolaban, deng û keda me hatiye dizîn. Em ê vê rewşê bişopînin.”
Bûldan da xuyakirin ku namzetê wan ê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş di nava şert û mercên newekhev û neadîl de li girtîgehê kampanya hilbijartinê meşand û tevî vê yekê jî li dijî wê bi her awayî kampanya reşkirinê hate meşandin. Bûldan diyar kir, li gel vê yekê jî Demîrtaş di rêza sêyemîn de cih girt û ev yek nîşan dide ku gel pê bawer e û jê hez dike.
Bi dek û dolaban, deng û keda me hatiye dizîn
Bûldan ragihand, tevî van hemûyan jî HDP ji bendê derbas bûye û li parlamentoyê bûye partiya sêyemîn a mezin. Bûldan got, “Lê belê dengê me ji dengê ku niha li ekranan xuya dike, zêdetir e. Bi dek û dolaban, deng û keda me hatiye dizîn. Em ê vê rewşê bişopînin.
Em ê nobeda demokrasiyê bigirin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî bersiv da pirsên rojnamevanan û got, “Em li vê derê xwedî li îradeya hemû welatiyên xwe yên deng dane, derdikevin. Em careke din bang li hemû hevalên xwe yên li saziyên pêwendîdar dikin. Em ê xwedî li sindoqan derkevin, bibin çavdêrê hemû pêvajoyan û heta encam diyar bibe em ê nobeda demokrasiyê bigirin.”
ENQERE