Dîroka dewlemend
Divê bê zanîn ku ji destpêka mirovahiyê hetanî îro Gelê Kurd di warê aborî, çandî, hunerî, zanistî, edebî û civakî de, her wiha di warê avahîsazî û avakirinê de çi îcad û afirênderî kiribin, hemû di zimanê vî de ne. Dîsa di erd û ezmanê welatê wî de çiqas tişt hebin bi navê xwe di zimanê wî de ne. Xuda û ferîşteyên wî, xiyanet û gernasiyên wî, dost û dijminên wî, ceng û serhildanên wî, dewlet û şaristaniyên wî hemû di zimanê wî de ne. Lewma, milekî ziman dîrok e, yek çand û huner e, yek maneviyat e û her wiha jiyan hemû ye."
Ziman nebe mirov nîne
Înstîtûyê destnîşan dike ku zimanê gelê Kurd hafizeya wî bi xwe ye, her wiha Kurdekî ku ji zimanê xwe qut bibe, wî ji bîr bike, ji wê mîrasa xwe ya çandî û dîrokî, ji xwezaya welat û civaka gelê xwe jî qut û bêpar dimîne. Di daxuyaniyê de giringiya ziman ji bo gelan wekî nasname tê binavkirin û wih didome daxuyanî: "Lewre naveroka nasnameya miletan ji xwe ziman û çanda wan e. Zimanê kurdî, wekî gelek zimanên din, ji zarava û devokan pêk tê. Gelên ku bi awayê neteweyîbûna xweser in, zimanê wan bûye zimanê pazara aborî û perwerdehiyê. Bi giranî ev zarava û devok di nav zimanê xwendin û nivîsandinê de helandine û zimanekî neteweyî pêk anîne. Di warê nivîs û wêjeyê de zaravayên ku bi pêş ketine, xurt û geş bûne, zaravayên kurmanciya bakur û başûr in. Di van salên dawî de zaravaya kirmancî(dimilî) jî hinekî pêş ketiye, pê berhemên nivîskî derdikevin.
Bişavtin didome
Daxuyanî wiha bidawî dibe: "Wateya peyva asîmîlasyonê, bişavtin, helandin, veguherandin û her wiha ji esl û kokên xwe dûrketin e, ji xwe biyanîbûn e. Ev peyv, di derbarê helandin û tûnekirina ziman, çand û nasnameya miletên bindest de, tê bikaranîn. Asîmîlasyon, siyaseteke dagirkeriyê ye. Desthilatdarên neteweyên serwer, ji bo netewe û kêmneteweyên ku xistine bin destên xwe, bikin perçeyek ji neteweyên xwe, ziman û çanda wan qedexe dikin, ya xwe li ser wan ferz dikin. Asîmîlasyon ji demeke gelekî dirêj ve û ji aliyê gelek serweran ve hatiye meşandin û hîn jî tê meşandin. Berî her tiştî pêwîst e ku em zimanê kurdî di tevahiya qadên jiyanê de bi kar bînin. Zimanê siyasetê, yê diplomasiyê, yê aborî û yê bazarê divê bi kurdî be. Nemaze zimanê kurdî divê bibe zimanê perwerdeyiya fermî ya dibistanên seretayî, navîn û zankoyê."
HAGEN