BERHEM LETÎF / ROJNEWS/HEWLÊR

Di 18’ê Kanûnê de, Şandeya Odeya Bazirganî ya Herêma Kurdistanê li ser vexwendina Tirkiyeyê û rêdayîna hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê kir. Li wir beşdarî çend civînên bazirganî bû.

Şandeya Odeya Bazirganî ya Herêma Kurdistanê ji Serokê Odeya Bazirganî ya Herêma Kurdistanê, serokê Odeyên Bazirganî û Pişesaziyê yên Hewlêrê û Dihokê, Wezîrê Karûbarê Pêkhateyan ê Herêma Kurdistanê, Serokê Koma Eniya Tirkmen a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Îmad Sabeh pêk dihat.

Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Silêmaniyê beşdarî şandeyê nehatiye kirin. Berdevkê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyê Ziryan Mihemed sedema beşdarnekirina wan li nava şandeyê de, bandora boykota malê Tirkî nîşan da.

Li bajarên Edene û Mêrsînê yên Tirkiyeyê lûtkeya Bazirganî û Hilbijerîna Tirkiye-Herêma Kurdistanê hate lidarxistin û sê rojan dewam kir. Di roja yekem de lûtkeyê de şandeya Herêma Kurdistanê li gel Waliyê Mêrsînê, Serokê Odeya Bazirganiya Mêrsînê û Serokê Encûmena Odeya Bazirganiya Tirkiyeyê civiya.

Şandeya Herêma Kurdistanê li gel Cîgirê Konsolê Iraqê yê li bajarê Antabê Mihemed Selman serdana Bendera Mêrsîn û herêma Pişesazî ya Edeneyê kir û hevdîtin kirin.

Tê gotin ku şandeya Herêma Kurdistanê li serdana xwe de, çend peyman li gel kompanyayên Tirkiyeyê îmze kiriye. Lê, heta niha ne Yekîtiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê û ne jî Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê peyman piştrast nekirine.

Boykotê ew tengav kiriye

Rojnewsê têkildarî serdanê xwest peywendî li gel Serokê Yekîtiya Odeya Bazirganî ya Herêma Kurdistanê Xelîl Xeyat re deyne, lê bi hînceta ku ‘Li derveyî welat e’ ti daxuyanî neda.

Ev serdana şandeya bazirganî û hilberînê ya Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê di demekê de ye ku piştî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  li Herêma Kurdistanê pêngava boykota malê Tirkî bi awayek berfireh destpê kiriye.

Vê boykotê dewleta Tirk tengav kir û di demek kin de Tirkiyeyê şandek şand Hewlêrê, ji rêveberiya Herêma Kurdistanê xwest ku kar ji bo şikandina boykotê bike. Ji derveyî vê Balyozê Tirkiyeyê yê Iraqê Fatîh Yildiz li gel waliyên Hewlêrê û Silêmaniyê civiya û daxwaza şikandina boykota malê Tirkî kir.