Li Wanê gel deriyê xwe li AKP’yiyan venake, AKP bixwe, mizgef û dibistan ji xwe re kirine amûra propagandayê.

Namzetê Şaredariyê yê Wanê yê AKP’ê, Necdet Takva cemeata li mzgeftê û melayê wê rehîn girtin û propanda kir. Takva dema ku li mizgeftê propagandaya AKP’ê kir tîmên taybet jî dor li mizgeftê girtin. Wan nehişt kes derkeve û bikeve mizgeftê.

Namzetê AKP’ê yê Artêmetanê Ismaîl Say jî li taxa Suphan a ku 80 ji 100’î yê taxê dengê xwe dide HDP’ê, ji bo ku gel derî lê venekir, çû dibistanê û gef li zarokan xwar, gote zarokan, “ji dê û bavê xwe re bibêjin, bila dengê xwe bidin me.”

 

WAN