Şer û pevçûnên bi komên çete re bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Hat ragihandin ku komên Dewleta Îslamî Iraq û Biladî Şam/Cephet El-Nusra piştî ku bi topan êrîşî Serêkaniyê rojavayê Kurdistanê kirin, xwestin ber bi bajêr ve pêş bikevin. Li ser vê yekê şervanên YPG’ê bersiv da û şer derket. Hat gotin ku komên çete gelek windahî dane û paşve kişya ne.
Komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî Iraq û Bilad El-Şam/Cephet El-Nusra, ji gundê Tel Xelefê ku 4 km dûrî Serêkaniya Binxetê, di saetên êvarê de dîsa bi topên hawanê êrîşî bajêr kirin. Di encama topên ku piraniya wan li Deriyê Sînor ê di navbera herdu Serêkaniyan û derdora wê ketin de 4 kes birîndar bûn.
Serêkaniyê ya Bakûr jî bû hedef
Li aliyê din hat hînbûn ku topên komên çete li Serêkaniya Serxetê jî ketine. Li gorî nûçeya DÎHA’yê ji cihê ku komên çete lê ne, guleyên doçka, çekên giran û topan ketine Serêkaniya Serxetê. Hat gotin ku gelek gule li Mala Mamosteyan a Ceylanpinarê ku rojnamevan jî tê de bûn ketine. Her wiha hat gotin ku gelek gule li Mêvanxaneya Midûriyeta Perwerdeya Netewî û Taxa Aydinlik jî ketine. Hat ragihandin ku artêşa tirk jî bi topan bersiv daye gulebaranê.
YPG’ê bersiv da
Hat ragihandin ku piştî topbaranê komên çete xwestin ber bi Serêkaniyê ve pêş bikevin, lê şervanên YPG’ê bersiv da komên çete û şerên dijwar derketin. Hat gotin ku di şerên ku nêzî saetekê dom kir de, êrîşkaran gelek kuştî û birîndar dane û paşde reviyanane aliyê Tel Xelef. Der barê encamên pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li Çelaxa pevçûn
Li herêma Çelaxa ya girêdayî Girkê Legê, duh jî şerê di navbera komên çete û şervanên YPG’ê de dem bi dem dom kir. Hat ragihandin ku piştî pevçûnên dijwar ên pêr, komên çete xwe paşve kişandin gundên Girhok ku wekî baregeh bikar tînin û depoyên genim. Hat hînbûn ku pevçûn li dora gundên Girhok, Elî Axa û Yusufiyê bi çekên giran ên wekî hawan û doçkayan cîh bi cîh dom dikin.
Li Til Ebiyadê 11 çekdar hatin kuştin
Li Til Ebiyadê jî pevçûn cîh bi cîh dom dikin. Hat ragihadin ku pêr li dora gundên Til Findir, Til Exder û Kendal pevçûnan dom kiriye û di encamê de 11 êrîşkar hatine kuştin. Li gorî çavkaniyên herêmê komên çete heta niha birîndar û kuştiyên dibirin aliyê Tirkiyeyê, lê duh birine bajarê Reqayê. Her wiha hat gotin ku şevê berîn hinek kesan li navenda bajêr li derdorê gule barandine, lê tiştek bi tu kesî nehatiye.
Ji malbetekê 15 beşdarî
Piştî êrîşên komên çete li dijî destkeftiyên gel zêde bûn, Însiyatîfa Gel a Rojavayê Kurdistanê pêr banga seferberiyê li gelê Rojava kiribû. Piştî banga însiyatîfê, nêzî 5 hezar kesî li navenda YPG’ê da û xwest di hêza parastinê de cih bigire. Ji malekî 15 kes, bavek û 4 kurên xwe tevli hêza parastinê bûn.
ANHA/SERÊKANIYÊ
300 Kurd di destên çeteyan de ne
Li Til Ebiyadê nêzî 300 Kurdên ku ji aliyê komên çete ve hatine revandin, hîn jî nehatine berdan. Li aliyê din navên hin dîlan jî diyar bû. Hat gotin ku di nava dîlên ku gatine girtin de zarok jî hene, 16 kes ji heman malbatê ne. Welatiyên ku dîl hatine girtin, ji aliyê komên bi navê Ehrar El-Şam, Welîd El-Sixnî û Ebû El-Reb ku ew jî girêdayî Ehrar El-Şamê ne ve hatine revandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ev komên ku welatiyên sivîl di destê xwe de digirin hemû girêdayî emîrê Dewleta Îslamî Iraq û Biladî El-Şam yê Til Ebiyadê Ebû Musap ku di 20’ê tîrmehê de ji aliyê Cephet El-Ekrad (Eniya Kurd) ve hatibû girtin û piştre hatibû berdan in.
Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku dîlên tê gotin hejmara wan nêzî 300 kesî ye, birine bajarê Reqayê û îşkence li wan tê kirin. Hat ragihandin ku di nava welatiyên sivîl de, 5 endamên kurd ên heyeta ku di 21’ê tîrmehê de ji bo hevdîtinê çûbû Til Ebiyadê jî hene.
Di vê navberê de navên hin welatiyên ku hatine revandin jî diyar bûn. Hat hîn bûn ku ji welatiyan 16 kes ji malbata Hecî Mistefa Çawiş in. Navên welatiyên ku ji heman malbatê ne wiha ne: ÎbrahÎm, Mehemed, Wehîd, Mehmud, zarokên wan Salih, Fadil, Elî Îbrahîm, Mistefa ku lal e (nikare bi axive) Vehîd, Cuma Mehemed, Fadil, Salih, Îbrahîm, Mehed, Îbrahîm Mehed Çawiş e.
Her wiha di nava welatiyên hatine revandin de Veysî Hecî Xidir ê ji gundê Yabsê û herdu zarokên wî, welatiyên bi navê Xidir, Nasir, Ehmed Xidir Xelîl ku ji aliyê ketîba Welîd El-Sixnî ya girêdayî Ehrar El-Şam ve hatine revandin jî hene.
Dîsa ji gundê El-Şeebe yê girêdayî Til Ebiyadê ciwanê bi navê Cuma Îbî ku ji aliyê ketîba Ebû El-Reb ve hat revandin jî heye. Welatiyê bi navê Mehemed Izzet ku mala wî li rex Mala Gel a Til Ebiyadê bû û ji aliyê êrîşkaran ve hat teqandin jî heye.
Hat hînbûn zarokê bi navê Elî Ebû Wehîd ê 17 salî jî hatiye revandin.
TIL EBIYAD