
Sarûxan diyar kir ku her dewreyek tê destpêkirin hejmara ciwanên di nav de cihê xwe digrin ji ya beriya wê bi sê û çar qatan zêdetir dibe û ev yek nîşan dide ku erka xweprastinê di nava civaka herêmê de hatiye pênaskirin, her wiha her kes êdî nas dike ku pêwîste parastina welatê xwe bike.
Sarûxan bal kişnad ser pêngavên destpêkirina bicihanîna erka xweparstinê û wiha got: "Di destpêkê de li gel welatiyan ji bo bicihanîna erka xweparastinê tirsek hebû, lê niha têgihiştinek çêbûye ku ciwan wê parastina bajar û herêmên xwe bikin û tu kes ji bo deverên şer nayên şandin. Her kes ji ber xwe serdanê dikin û navendên me ji ber serdana zêde ya ciwanan êdî nema digihêjin (ango ciwan bi hejmarên mezin li ber navendan çêdibin). Tenê hejmareke pir biçûk ên ku xwe nadin dest û ji vê erkê dûr dikevin û di vir de rola hêzên Asayîşê heye."
Kesî negirtiye ser tu malan
Girêdayî hin gotetonên ku hin alî bi zanebûn di nava civakê de belav dikin û îdîa dikin ku hêzên Asayîşê digrin ser malan û ciwanan bi zorê dişînin deverên şer Sarûxan wiha anî ziman: "Heta niha ne hêzên me û ne jî hêzên Asayîşê negirtine ser tu malan. Kesên ku ji bo erka xweparastinê tê xwestin, ji ber xwe tên. Pir kesên ku ji vê erkê direvin jî bi riya hêzên Asayîşê li ser bedên kontrolê ji bo navendên me tên teswîqkirin (şandin). Ev kes nayên girtin û li girtîgehan jî namînin. Hemû ku ciwanên ku malbatên wan ji bo teswîqkirinê hatin agahdarkirin, bi vîn û biryara xwe amade dibin û hewcedariya me bi girtina tu kesan tune ye."
Tişta ciwan jê bitirsin tune ye
Sarûxan da zanîn ku divê ciwan ji tiştekî netirsin û wiha pêde çû: "Gelek ciwanên ku bi tirs nêzî mijarê dibûn, ji me re diyar kirin ku beriya niha wan jî nizanîbû ev erk çiye û gelek aliyan ji wan re digotin ku wê wan bişînin Kobanê, Samê, Heleb an jî deverên dûr, piştî ku dewreya xwe bidawî kirin êdî gihiştin wê baweriyê ku ew tenê parastina bajarên xwe dikin û tiştekî ku jê bitirsin tune ye. Gelekî ciwan jî piştî ku rastiya erka xweparastinê bi xwe dîtin, nas kirin ku ev dikeve xizmeta welatê wan û êdî wekî tewiî (dildar) tevlî xebatên erka xweparastinê bûn."
Gelek ji derve hatin û tevlî bûn
Serokê Desteya Parastinê ya herêma Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan di nava axiftinên xwe anî ziman ku ciwanên Rojava yên li Bakûr û Başûrê Kurdistanê dixebitîn an jî koçberî wir bubûn bi riya dezgehên çapemeniyê xebatên wan yên erka xweparastinê şopandin û nas kirin ku êdî divê ew jî li hemberî geşedanên ku welatê wan têre derbas dibe erkên xwe yên welatparêzî û niştîmanî pêk bînin. Sarûxan got ku gelekan ji kesên li Bakûr û Başûr biryara xwe dan û vegeriyan herêmên xwe da ku tevlî xebatên parastinê bibin.
Ji bo zelalkirina mijarê tevlîbûnê jinan di nava erka xweparastinê de Ebdulkerîm Sarûxan got: "Heta tu jin di nava xebatên erka parastinê de cihê xwe negirtine. Jin ne mecbûrê bicihanîna erkê ne, lê kesên ku bixwazin bi awayekî dildarî parastina bajar û deverên xwe dikin deriyê navendên me li pêşiya wan vekiriye."
HOGIR EBDO/ANHA/AMÛDÊ