Hevserokê  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk li Êlihê di merasîmek aştiya navbera malbatan de derbarê serdana Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ya Amedê de axivî. Turk anî ziman ku gelê Kurd ji bil niyet û gotinan ji bo aştiyê gavên pratîkî dixwaze. Li gundê Korika yê li ser navenda Êlihê tebaxa derbasbûyî endamên malbata Gundemê bipevçûbûn û di encama şer de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 20 kes jî birîndar bûbûn. Nexweşiya ev çend mehe di nava malbatê de dewam dike bi navberevaniya KCD û BDP’ê aştiyê bi encam bû. Merasîma aştiyê li Salona Dawetê ya Dîwanê, bi tevlibûna bi hezaran kesên di nav de Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, Parlamenterê BDP’ê yê Muşê Sirri Sakik, ji Rojavayê Kurdistanê Prof. Dr. Mele Seyît Feyzullah Xiznewî û rêveberên BDP’ê hate lidarxistin. Pankarta “Qasîdên aşîtiyê hûn bi xêr hatin li hev hatina me” li salonê hate daliqandin. Beriya merasîmê bi kurdî mewlud hate xwendin. 



Beriya her tiştî aştiya navxweyî

Turk, di merasîmê de axivî û ji bo keda wan spasiyên xwe pêşkeşî kesên aştî pêk anîne kir. Turk, got aştî her tim di nava dilê kurdan de cih digire û diyar kir ku heta di navbera malbatên kurdan de aştî pêk neyê, gelek zehmete li Tirkiyeyê aştî pêk were. Turk, di berdawama axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Lazime em ji bo yekitî û biratiya gelê xwe bixebitin. Ger evê nekîn em ê nikaribin aştî û azadiya xwe pêk bînin.”

‘Ev sedsala kurdan e’

Turk ê ku axaftina xwe domand, da zanîn ku ev sedsal wê bibe sedsala gelê kurd û got: “Ger em xebata xwe zêde bikin, em ê azadiya xwe pêkbînin.  Piştî axaftina Turk, endamên malbata Gundem, Hecî Kasim û Halîl li gel duayan çûn serê hevdû û li hev hatin.  Piştî merasîmê Turk li ser pirsa rojnamevanan hatina Mesûd Barzanî ya Amedê nirxand. Turk destnîşan kir ku hatina Barzanî ya Amedê gelek girîng dibînin bi baldarî dişopînîn. Turk wiha axivî: “Niyet û peyam têrê nakin. Gelê me ji bilî niyet û peyaman li benda gavên piratîk e. Lazime êdî diyalog vegerin, muzakereyan.”

ÊLIH