Li aliyê din piştî çalakiya gel û nûçeyên ku hatine weşandin, walîtiya hikûmeta AKP’ê ya bajarê Rihayê daxuyaniyek weşand û îdîa kir ku tu planek wan a derbaskirina sînor tuneye. Walîtiyê her wiha îdîa kir ku ew di çarçoveya ewlekariya sînor de xebatê dimeşînin û li rojhilatê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê yek km li rojavayê derî jî 4 km dîwar dê bê çêkirin.
Benên dewletê rakirin
Artêşa Tirkiyeyê doh bi alavên xwe yên leşkerî di kêleka Deriyê Sînor ê Murşitpinarê re 20 metreyan derbasî xaka Roajvayê Kurdistanê bû û li wir benê sor danî.
Ji bo şermezarkirina binpêkirina vê kiryarê bi sedan ji welatiyên kantona Kobanê berê xwe dan herêma nêzî deriyê sînor. Girseya welatiyan li Stadgeha Gelerî ya ku dikeve bakur-rojavayê bajarê Kobanê bicih bû.
Ciwanên Kobanê ew benên sor ku leşkerên Tirkiyeyê danîne rakirin û durişmeyên “Şehîd namrin”, “Bijî serok APO”, her wiha durişmeyên silavkirina berxwedaniya Kobanê û şoreşa Roajva avêtin. Nobeta welatiyên Kobanê li ser sînorê dewam dike.
KOBANÊ