Gel ji me razî ye
Tara Hisên derbarê namzetên Lîsteya Nifşê Nû de axivî û got, “Namzetên me ne ji tu malbat û kesên zengîn in, ew ji nava kolanên gel ji nava civakê ne. Gel bi vê kêfxweş e.”
MURADA KENDA
ANHA/SILÊMANÎ
Berdevka Tevgera Azadî Tara Hisên diyar kir ku namzetên wan ên di lîsta Newey Nwe (Nifşa Nû)de ne ji bo berjewendiyên tu binemal û partiyan naxebitin, ji bo berjewendiyên gelê Kurd û gelên Iraqê kar dikin.
Partiyên li Başûrê Kurdistan û Iraqê ji bo hilbijartinên parlementoya Iraqê yên ku 12’ê Gulanê amedekariyên xwe dikin. Yek ji van partiyan jî Tevgera Azadî ye ku cara yekem dê beşdarî hilbijartinan bibe. Tevgera Azadî ji bo hilbijartinê bi Tevgera Nifşê Nû û Bereya Demokrasiyê ya Gelan re tifaq çêkir. Berdevka Tevgera Azadî Tara Hisên li ser xebatên hilbijartinê û amedekariya Başûrê Kurdistanê li ser hilbijartinê axivî.
Milet ji fikrên Ocalan hez dike
Tara Hisên diyar kir ku ew ê bi namzetên xwe li nava lîsteya Nifşê Nû beşdarî hilbijartinê bibin û wiha peyivî: “Em bi hevalên xwe re kolan bi kolan li nava gel digerin. Xwe didin nasandin û armancên xwe bi gel re parve dikin. Xebatên me baş derbas dibin. Gel elaqeyeke mezin nîşanî me dide. Dema em bi gel re nîqaş dikin, dibînin ku gel dixwaze xwendekarên îdeolojî û fikrê Abdullah Ocalan ên ji bo azadiya gelê Kurd û mirovahiyê di nava parlamena Iraqê de bibîne. Di heman demê de namzetên me ne ji ti binemal yan jî endamên kesên zengîn in. Di nava namzetên me de ji her pêkhate, Kurd, Ereb, baweriyên cuda hene.”
Berjewendiyên gelê Kurd û gelê Iraqê
Tara Hisên derbirî ku êdî gel dixwaze rêbazek ku heta niha nehatî ceribandin hilbijêre loma berê xwe dide Lîsteya Nifşê Nû û wiha pê de çû: “Ji ber ku partî û berpirsyarên heta niha gel bi rê ve birine yan ji bo berjewendiyên partiyekê yan jî berjewendiyên binemalan kar kirine. Dema ku têkiliyên wê partiyetî yan jî malbatê li gel rêveberiya Iraqê xirab dibûn, bandor raste rast li jiyana gelê herêmê dikir. Gel di aliyê aborî û manewî de diket bin zextê. Em dixwazin vê modelê birûxînin, li cihê wê ji bo berjewendiyên gelê Kurd û gelê Iraqê kar bikin. Namzetên me ne ji ti malbat û kesên zengîn in, ew ji nava kolanên gel ji nava civakê ne. Gel bi vê kêfxweş e.”
HDP modeleke baş e
Tara Hisên destnîşan kir ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo wan modeleke mînak e û wiha peyivî: “Mînaka fikrê Ocalan li Bakur, Rojhilat, Rojava û welatên Ewrûpayê di nava seferberiya tekoşînê de ye. Li dijî dagirkerî û binpêkirina mafên gelê Kurd û hindikahiyên bindest têdikoşe. Vê fikrê modeleke nû derxistiye pêş ku ew jî tekoşîna azadî û aştîxwaziyê ye. Bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê HDP ne ji bo berjewendiyên kesî yan jî malbatî, ji bo berjewendiyên gelên herêmê kar dike. HDP ji bo me projeyeke mînak e û em jî dixwazin bi heman şêweyî di nava parlamenya Iraqê de cih bigirin.”
Baweriya me bi namzedên me heye
Tara Hisên diyar kir ku ew soz didin gel, plan û projeyên dayîn pêşiya xwe ji bo berjewendiyên kesên mafên wan hatin xwarin, pêk bînin û wiha axivî: “Baweriya me jî bi namzetên me heye ku vê rêbaza cuda bi rê ve bibin. Ji ber ku namzetên me xwedî raboriyeke paqij in. Ti carî tevlî gendelî û mafxwarinê nebûne. Ew nifşek nû ne û dê di parlamenê de xwestek û hêviyên gel, kedkar û ciwanan derxin pêş. Çavê gel li me ye. Em jî soz didin ji bo berjewendiyên gelên ku mafê wan hatî xwarin û malbatên şehîdan kar bikin.”