Rêxistina HDP’ê ya bajarê Amedê, li otoleke navçeya Yenîşehîrê, civîneke çapemeniyê li dar xist û bi rojnamevanan re civiya. Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik û rêveberên partiyê tevlî civînê bûn.

Hevserokê HDP’ê Zeyyat Ceylan, di civînê de axivî. Ceylan, di destpêka axaftina xwe de kesên ku di erdheja Xarpêtê, aşûta Wanê û qezaya balafirê ya Stenbolê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn û got: “Ne erdhej, bêtevdîrî mirovan dikuje. Weke erdhejê, aşûta Wanê û qezaya balafirê jî nehatin birêvebirin.

Êrişên li dijî kurdan her dewam dikin. Têgihiştina rêvebirinê bi qeyûm, înkara kurdan e. Ev feraset şaş e û em vê ferasetê qebûl nakin. Hewl didin civakê bi rêbazên leşkerî bi rê ve bibin û desthilata xwe bi vî awayî bidomînin. HDP wê li dijî înkar û îmhayê, aştî û demokrasiyê esas bigire.

Piştî Ceylan, Hevseroka HDP’ê Hulya Alokmen Ûyanik jî axivî û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên AKP-MHP’ê li dijî Kurdan da û got, “vîna gel tê desteserkirin. Heke mirov qala Amedê bike, nikare bibêje ku rêveberiya herêmî heye. Daxwazin gel ji rêveberiyê bikin.”

 

AMED