Endamê Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Ebdulqadir Hevîdilî diyar kir di qonaxa duyemîn a hemlê de tevlîbûna ciwanên Reqayê zêde ye Hevîdilî her wiha da zanîn ku Koalîsyona Navdewletî baş alîkariya bi çekan nake.

Endamê Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Ebdulqadir Hevîdilî têkildarî qonaxa duyemîn a Hemleya Xezeba Firatê ji ANHAʹyê re axivî û bal kişand ser girîngiya vê qonaxê.

Hevîdilî da zanîn ku şervanên wan di encama qonaxa duyemîn a hemleyê de derdora hezar û 300 kîlometir çarkoşe ji çeteyan rizgar kirine û wiha dom kir: ʺDi qonaxa Hemleya me ya Xezeba Firatê de şêniyên herêmê ji êl, mezheb û hemû beşên civakê bi awayekî zêde piştgiriya me dikin. Di nava deh rojan de hejmarek zêde ji şêniyên herêmê tevlî hemleyê bûne. Heta vê kêliyê rewş gelekî baş dimeşe, di aliyê tevlîbûn û piştgiriya şêniyên herêmê jî piştgirî gelekî zêde ye. Tevlîbûna ciwanan ji herêmên ku nû têne rizgarkirin, nêrîn û hêviyên me derbas kiriye. Em jî spasiya êl û şêniyên herêmê ku bi dilekî gerim pêşwaziya QSDʹê û Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê dikin.ʺ

Çek têra şervanan nakin

Hevîdilî da zanîn ku çekên ku Hevpeymana Navdewletî didin wan kême û wiha dom kir: ʺJi demeke dirêj ve û em bi Hevpeymana Navdewletî re kar dikin. Di vê qonaxê de Hevpeymana Navdewletî li ser erdê jî bi hejmarin kêm be jî lê beşdar bûne. Lê di aliyê piştgiriya çekan de Hevpeymana Navdewletî de baş çekan pêşkêş nake, ji ber hejmara şervanan zêde dibe û roj li pey rojê zêdetir dibe.ʺ

Şêniyên Reqayê dê bajarê xwe rizgar bikinʹ

Endamê Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Ebdulqadir Hevîdilî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji her kesî bêtir ji mafê xelkên Reqayê ye ku herêmên xwe rizgar bikin û piraniya şevanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ji xelkên Raqayê ne û mafê wan e ku herêmên xwe rizgar bikin.ʺ 


REQA