Li gorî pakêtê kincên herêmî yên Kurdan, şal û şepik hatin qedexekirin û welatiyan bertekên mezin nîşanî pakêtê dan. Li Wanê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûn, welatî diçin terziyan û kincan didin dirûtin.
Terziyan dan zanîn ku gel guh nadin qedexeyan û di demên dawî de eleqeya ji bo şal û şepik zêdetir bûye. Terziyê bi navê Ferhat Bîlgî anî ziman ku 20 sal in kincên herêmî didûrû, herî zêde îsal eleqeya ji bo kincan zêde bûye. Bîlgî anî ziman ku ji Fransa, Swîsre, Danîmarka û Almanyayê gelek kesan beriya Newrozê sîparîşa şal û şepik dane û hê jî sîparîş didomin û wiha pê de çû: "Kurdên ku li Ewropayê dijîn jî guh nadin qedexeyê. Di Newrozê de bi hezaran kes sîparîş dan û bi vî rengî bersiv dan AKP'ê."
DÎHA/WAN