‘Serê gfelê Kurd sax be’
Malbata Endama HPG’ê Sevcan Algunerhan (Ruken Bingol), serê sibê piştî cenazeyê xwe ji Morga Goristana Şehîtlikê ya Şaredariya Meletiyê wergirtin û birin Çewlîkê. Konvoya cenaze ji aliyê Parlementerê BDP’e ye Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, Endama Lijneya Rêveberiya Giştî ya BDP’ê Yildiz Aktaş, Serokê Giştî yê MEYA-DER’ê Huseyin Kugu, Serokê BDP’a Meletiyê Gaffar Bayram, Hevserokê TUHAD-FED’ê Hasan Pençe û endamên Dayikên Aştiyê ve hate birêkirin. Malbatê bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ cenaze wergirt. Dayika Sevcan Fodul Algunerhan dema cenaze wergirt got “Rukena min şehîda Kurdistanê ye Ruken 3 mehî bû ji gund derket. Lê îro em wê wekî fermandar defin dikin. Bila serê gelê Kurd sax be”. Di konvoyê de dayikên aştiyê û Endama Lijneya Rêveberiya Giştî ya BDP’ê Yildiz Aktaş jî malbatê re çû Çewlîkê.
Li aliyê din Waliyê Meletiyê Mehmet Ulvî Saran ji bo endamê HPG’ê yê Îranî li Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu geriya û got “Divê malbat bi rêya wekîlekî daxwaznameyekê bişîne û pişt re dikare bê cenaze bigire û li gundê nêzî sînor defin bikin.”
Encama testa DNA’yê ya endamên HPG’ê yên bi navê Sultaneli Julide (Zınar Xoy) ê ji Îranê û Ahmet Mirza (Levent Derik) ê ji Sûriyeyê bi encam bû. Li bendê ye ku îro malbat bên Meletiyê û serî li dozgeriyê bidin.
Malbata Endama HPG’ê Suna Ozdemîr (Roza Semsur) 4 rojin û malbata endama HPG’ê Enver Akçay (Erdal Yilmaz) 3 rojin ji ber ku hêj encama testa zarokên wan diyar nebûye li Meletiye şev û rojên xwe li ber morgê derbas dikin.
MELETÎ / COLEMÊRG/DÎHA
Ji 4 malbatan giliyê ‘çekên kîmyewî’
Malbatên Aynur Kirbaş, Reşat Bor, Cevdet Ortaş û Çolî Temel ên HPG’î ku li geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan têkîldarî îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî serî li dozgeriyê dan û gilî kirin. Malbat bi rêveberên MEYA-DER’ê yên Geverê re serî li Baroya Colemêrgê dan û piştre jî çûn Edliyeya Colemêrgê.
Piştî ku hin nîşaneyên li geliyê Tiyarê çekên kîmyewî hatiya bikaranîn di raporên otopsiyê yên HPG’iyan de hatin dîtin duh malbatên Belkiz Yeşîlyurt, Mahmut Bor, Enver Akçay, Mîzbah Ezer, Sevcan Algunerhan, Suna Ozdemîr û Azîz Balikçi û ÎHD’a Amedê, çûbûn Edliyeya Amedê û gilî kiribûn.