Tîgran ê ku temenê xwe di oxirê muzîka Kurdî de borand jînenîgariya wî ji gundê Bîandayê Sasosa Elihê dest pê dike û li Brukselê jî bi dawî dibe. Di nav vê tememê mişt bi muzîkê dagirtî de 12 albumên yek ji yeka din xweştir jî amade kirin û li dû xwe hiştin. Tîgranê ku bi jiyana xwe di nava gelan de bû pireke zexm di esasê xwe de portreyeke ji dîroka komkujiyan e jî. Hunermend Farqîn ku di heman demê de yek ji rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ye da zanîn ku ew cara yekem di sala 1993’yan de li Frankfûrta Almanyayê bi hosteyê mezin Aram Tîgran re di mîhrîcana Kurdistanê hev nasî ne û wiha axivî: “Helavtiya me ji wê demê dest pê kir. Dema ku Aramê nemir li Amedê bû mêvan li mala me ma. Min ew li balafirgehê pêşwazî kir. Gelekî bi heyecan bû. Şeva konserê jî digot ez ê çi bikim. Kelecaneke zêde ew girtibû. Li Amedê bûyîn gelekî bandorê lê kiribû.”
‘Kurdistan vegot’
Farqîn diuar kir ku Tîgran êş û azar, evîn û şadiyên Kurdistanê gelekî baş dianî ziman. Farqîn balkişand ser ku Tîgran ji lêguhdarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî bi bandor bûye û da zanîn ku Tîgranê mezin stranên ku gerîla tê de tunebin bêwate didîtin. Farqîn bi lêv kir ku Tîgran tim xwe desydarê Ocalan û Tevgera Azadiyê dîtiye û wiha axivî: “Aram digot ez deyndarê Rêbertiyê, vê tevgerê û vî gelî me. Divê ez vê yekê tu carî ji bîr nekim. Heta ku li dara dinê bim ez ê hewl bidim ku wan vebêjim. Çinkû ew kirin ku em bikarin li piyan bin. Aram di hunera xwe de her tim ev fikr anîn ziman.”
Muzîkjen Bulent Turan jî got ku ew û Aram di salên 1990’î de li Almanyayê hev nas kirine û li ser têkiliya wî ya tayber a bi Tevgera Azadiyê re vegot. Turan bi lêv kir ku ji ber ku qirkirina ermeniya herî zêde jî li ser ax û xaka Kurdan pêk hatiye Kurd li hemberî ermeniyan her tim xwe mehçûb dîtine lê Tîgran bi stranên xw eve gelan nêzî hev kir ji ber vê yekê Aram pira di navbera gelan de bû.
Êşên Kurdan vegot
Rêveberê Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran û muzîkjen Neşet Goçmen jî da zanîn ku Aram bi kesayeta xwe ya taybet, bi besteyên xwe û muzîka xwe ve di nav dilê gelê Kurd de ji xwe re cihekî taybet çêkir û diyar kir ku Aram ekolek e.
Goçmen bi bîr xist ku piştî Aram wefat kiriye ew bi avakirina dibitaneke muzşkê helw dane navê wî nemir bikin û wiha axivî: “Rastî û heqîqet li ku bûna Aram li wir bû. Li cem gel bû. Heke ku hûn li berhemên wî binêrin hûnê bibînin ku Aram tim li cem gel bûye. Aram êş û azarên Kurdên çar parçeyên Kurdistanê vegot.
DÎHA/AMED