
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, anî ziman ku ev daxwazên kurdan daxwazên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a gerdûnî ye û wê heta dawî van daxwazên xwe biparêzin.
Kampanyaya îmzeyan a partî û tevgerên kurd ên bi navê; KCD, BDP, TDŞK, HAK-PAR, KADEP û OSP'ê dane destpêkirin tevî qedexe û astengiyên Walitîya Amedê didome. Walîtiya Amedê destûr nedabû ku ji bo daxwazên kurdan dezgeh bê vekirin. Partî û saziyên kurdan ji bo daxwazên; "Statûya siyasî", "Perwerdehiya bi zimanê zikmakî", "Azadiya xwebirêxistinkirinê" û "Nasname" xwestin îro dîsa dezgeha îmzeyan vekin. Polîsan îro jî ji bo dezgehê destûr neda. Lê tevî hemû astengiyan, gel ji bo van daxwazên bingehîn îmza da.
Li dijî qedexeya walî nerazîbûn
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, TDŞK, HAK-PAR, KADEP û OSP, ji bo biryara Walitiyê û helwesta polîsan şermezar bikin li Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê komê Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Hasan Dagtekin, axivî û diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ev daxwazên kurdan ên sereke divê bên qebûlkirin. Dagtekin, li hemberî biryara Waliyê Amedê nerazîbûn nîşan da û anî ziman ku ewê dezgeha îmzeyan vekin.
Tugluk: Beyî van daxwazan çareserî nabe
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî anî ziman ku astengî û qedexeyên li pêşkiya 4 daxwazên kurdan ne rewa ye û li dijî hikûkê ne û û got: "Emê heta dawî 4 daxwazên xwe biparêzin û bixwazin." Tugluk, anî ziman ku di pêvajoyên niqaşên destûra bingehîn de divê Tirkiye destûreke bingehîn a nû ava bike û tê de daxwazên kurdan cîh bigirin. Tugluk wiha got: "Êdî 4 daxwazên kurdan ên sereke diyar bûne. Eger ev daxwazên kurdan di destûra bingehîn de cih negire pirsgirêk çareser nabe. Emê van daxwazan bibin referandumê. Ka gel van daxwazan qebûl dike an na. Emê van daxwazan jî pişt re pêşkêşî meclîsê bikin. Em bi biryarin ku dezgehên îmzeyan vekin. Em ji daxwazên xwe yên hiqûqî û gerdûnî paş ve gav neavêjin û tawîzê nedin."
Ji bo daxwazan aleqaya mezin
Komê piştî axaftine li nava esnafan geriyan îmze kom kirin. Paşê li Kolana Hunerê dezgeha îmzeyan hate vekirin û rastî eleqeyek mezin hat. Piştî demekê polîs hatin cihê dezgehê û bi îdîaya ku qedexe ye xwestin asteng bikin. Cigirê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Hasan Dagtekin, diyar kir ku wan ji bo vîna gel ev daxwaz ji îmzeyê re vekirine û wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Dagtekîn, anî ziman ku dê di rojê pêş de dîsa dezgeha îmzeyan vekin.
DÎHA/AMED