Çiya Kurd bi bîr xist ku ji ber aloziya li herêmên li derdora Rojava, herêmên xweser jî qismî tengav dibin û got: “Hinek tişt ji Rêveberiya Xweser dibihurîn. Aloziya bi rêjîma El-Baas re, şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, nakokiyên siyasî yên bi PDK’ê re û destwerdana dewleta Tirk a bênavber, bandorê li rewşê dike."
Bedran Çiya Kurd girtina Deriyê Sêmalka wekî êrîşeke li dijî destketiyên Rojava nirxand û bal kişand ser bi desteka Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk ferzkirina ambargoyê. Çiya Kurd girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka jî girêdayî mijara krîza aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê nirxand û got, “Polîtîkayên li dijî Rojava û girtina deriyê sînor, danûstendinên bi vî rengî xizmeta berjewendiyên neteweyî yên Kurd nakin, tenê xizmeta dagirkerên Kurdistanê dikin. Îdîa dikin ku hin kes û hêz li Rojava ji deriyê sînor sûdê werdigirin. Lê ev ne aqilane ye û ne rast e. Li aliyê Başûr dibe ku ev pêk tê, hemû deriyên sînor ên Başûr di destê kes û malbatan de ne. Em dizanin ku gelê Başûr gelek aliyên siyasî yên Başûr jî li dijî girtina derî ne. Ev tenê encama siyaseta PDK’ê ye.”
Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd bang li PDK’ê kir ku polîtîkayên xwe biguherîne û got: “Divê bêyî şert û merc derî veke. Ev mijareke niştîmanî û neteweyî ye, hewcedariya wê bi danûstandin, şert û mercan jî nîne.” Çiya Kurd got: “Rêveberiya Xweser dixwaze ji bo pirsgirêkên aborî çareseriyan deyne. Rêveberiyê di vê çarçoveyê de ji bo hêsankirina bazirganiyê gelek alîkarî kiriye û qeydên li ser bazirganan dihatin ferzkirin, hemû rakirin."
ANHA / AMÛDÊ