Hevserokê Konseya Rêveber yê KCK´ê Cemîl Bayik diyar kir ku li dijî dagirkirina dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê wê gel û gerîla bi hev re şer bikin û têbikoşin û got, “Li Başûr sazkirina Êniya Neteweyî jî nîşan dide ku gelê Kurd wê li dijî dagirkeriyê helwêsteke çawa raber bike. Ev gaveke dîrokî ye. Ev helwest wê berfirehtir bibe. Divê herkes vê bizane.”
Hevserokê Konseya Rêveber yê KCK Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe ya di Yenî Ozgur Polîtîka de, Êniya Neteweyî ku li Başûr li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatibû sazkirin, nirxand. Bayik rewşenbîr, demokrat û rêxistinên civaka sivîl ku pêşengiya sazkirina Êniya Neteweyî kirine, silav kir û ev weke gaveke dîrokî bi nav kir. Bayik weha got: Di van rojan de ku li Rojhilata Navîn Şerê 3. yê Cihanê dewam dike, pêdivî bi helwêsteke weha hebû. Ji bo vê yekê Kongreya Neteweyî jî tam di demeke weha de pêwîst e. Ji ber ku li Rojhilata Navîn tewazunên eskerî û siyasî ji nû ve tên destnîşankirin, divê Kurd bibin xwedî hêzeke yekgirtî. Şert û merc mecbûr dikin ku Kurd helwêsteke giştî nîşan bidin, Êniya Neteweyî were sazkirin û Kongreya Neteweyî pêk were. Naxwe, Kurd nikarin qezenc bikin.”
Helwêsteke welatparêzî ye
Bayik anî ziman ku Êniya Neteweyî ku li Silêmaniyê hatibû sazkirin, di heman demê de nîşaneya zanistiyeke dîrokî û helwêsteke welatparêziyê ye û li hemberî şert û mercên siyasî helwêsteke rast e. Bayik her weha têkoşîn û raperîna xelkê Başûr bi bîr xist û destnîşankir ku gelê Başûr wê îro jî li hemberî dagirkeriyê bêdeng nemîne û helwêstê nîşan bide.
Bayik weha dewam kir: “Em îlankirina Êniya Neteweyî girîng dibînin. Ev helwêst wê berfireh bibe û heger dewleta Tirk dagirkeriya xwe berfireh bike wê berxwedan jî zêde bibe. Ev ê di heman demê de bihêle ku Êniya Neteweyî û têkoşîna demokratîk a neteweyî belavî tevahiya Başûrê Kurdistanê bibe. Gelê Kurd û gelê Başûrê Kurdistanê wê êrişên dewleta Tirk weke êrişeke li dijî hemû Kurdistanê bibînin. Bi gerîlla û tevgera azadiyê re bibin yek, li dijî dagirkeriyê şer bikin û li ber xwe bidin. Sazkirina Êniya Neteweyî jî nîşan dide li dijî dagirkeriyê helwêsteke çawa wê were nîşandan.”
NAVENDA NÛÇEYAN