Muxtarê taxa Suphanê li Wanê, Ayhan Komî: Şêniyên taxê telefonî me dikin û dibêjin, ew vê biryarê qebûl nakin. Heta gelek kes dibêjin, ‘jixwe 5 meh man, em ê dîsa te hilbijêrin.’ Gel vê yekê qebûl nake û dê di hilbijartinê de di sindoqê de nerazîbûna xwe nîşan bide.
ADNAN BÎLEN / MA / WAN
Li Wanê muxtarên ku Wezareta Karên Hundir ew ji wezîfeyê girtin, diyar kir ku bêyî der barê wan de lêpirsînek hebe ji wezîfeyê hatine girtin û ev yek dûrî demokrasiyê ye û gel dê hesabê vê yekê di hilbijartinan de bipirse.
Wezareta Karên Hundir, muxtarên 103 gund û 156 taxan ji wezîfeyê girtin. Ji van muxtaran 16 jê ên taxên 4 navçeyên navendî yên Wanê ne. Muxtarê taxa Şabaniye ya navçeya Artemêtanê Çetîn Bîlîr, muxtarê taxa Suphanê Ayhan Komî û muxtarê taxa Esentepeyê Ahmet Nanto, biryar dawî li wezîfeya wan anî, nirxandin.
Çetîn Bîlîr da zanîn ku ev 10 sal in ku ew muxtarê taxa Şabaniyê ye û got, muxtar bi demokrasiyê tên hilbijartin, bi vî awayî dûrxistina wan a ji wezîfeyê, nabe bê qebûlkirin. Bîlîr got, “Gel bi hilbijartineke demokratîk em hilbijartin û li ser asasên 24 saetan me xizmeta gel dikir. 10 salan min muxtarî kir, lê belê der barê min de lêpirsînek jî tine ye, lê ji wezîfeyê hatim girtin. Tiştên bi vî rengî demokrasiyê texrîb dikin. Kî tê hilbijartin bila bê hilbijartin, lê dûrxistina wî/wê ya ji wezîfeyê nabe bê qebûlkirin. Hêvîdar im ku rojekê beriya rojekê dev ji van polîtîkayên xwe yên çewt berdin û demokrasî bê welat.”
Helbet demokrasî wê bi ser bikeve
Muxtarê taxa Esentepeyê, Ahmet Nanto jî anî ziman ku ev 4 sal û nîv in ku ew muxtar e û der barê wî de jî lêpirsîn tine ye. Nanto got, “Berê bi hezaran kes ji şaredariyan dûr xistin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Helbet demokrasî wê bi ser bikeve. Wekî din ti rê tine ye. Teqez rojekê edalet wê pêk bê û ev çewtî wê neyên dubarekirin. Gelê me van tiştan qebûl nake. Kesên xwedî wijdan van kirinan qebûl nakin.”
Nerazîbûn wê di sindoqê de xwe bide der
Muxtarê taxa Suphanê, Ayhan Komî jî bi bîr xist ku ew bi dengên gel hatine hilbijartin û got, “Dema em bûn namzet me soz da ku çi ji destê me bê, em bikin. Me soza xwe jî bi cih anî. Em baş dizanin muxtarî û hilbijartina muxtariyê ji bo rêveberiya xwecihî pirr girîng e. Ti muxtar li ser navê partiyekê nakeve hilbijartinê, li ser navê xwe ye. Em kesên bi dengên gel hatine hilbijartin bi neheqiyên mezin re rûberû ne. Beriya me bi hezaran kes ji şaredariyan hatin avêtin. Qeyûm hatin tayînkirin. Divê demidlest dawî li van kirinên antî demokratîk bê. Ji roja ku em ji wezîfeyê hatine girtin ve şêniyên taxê telefonî me dikin û dibêjin, ew vê biryarê qebûl nakin. Heta gelek kes dibêjin, ‘jixwe 5 meh man, em ê dîsa te hilbijêrin.’ Gel vê yekê qebûl nake û dê di hilbijartinê de di sindoqê de nerazîbûna xwe nîşan bide.”
Hêjayî gotinê ye ku li taxên ku muxtarên wan ji wezîfeyê hatin girtin hemûyan HDP´ê ji AKP´ê gelekî bêhtir deng wergirtibûn.