Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Kop a Mûşê ye, bang li Midûrê Karên Nivîsê yê Şaredariya Kopê ya DBP’yî kir û jê re ragihand, ku qeyûm li şaredariyê hatiye wezîfedarkirin.
Em ê nas nekin!
Piştî wezîferdarkirina qeyûmên ji bo şaredariyên Sûr, Farqîn ên Amedê û Kop ê Muşê bertekên hiqûqnas û parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş got ku hikûmet bi qeyûman vîna gel û hilbijêran red dike û wiha peyivî: “Diyar e ne wê weke mehmûrekî, ne wekî erkdarekî ji sedî 60, 70, 90 deng standî erka xwe pêk bîne. Serok, endamên Meclîsê û gel wê qeyûman nas nekin. Eger ku hikûmet vîna gel tine bihesibîne wê gel bi xwe mafê xwe û hiqûqa xwe bi parêze.
Hemû hewldanên di bin navê têkoşîna li dijî darbeyê de, lê mixabin ti eleqeya xwe bi darbeyê re neyî, mûxalefet û her kesê ku têkoşîna demokratîk dike di hedefê deye.
AMED