Li Sûriyeyê, piştî ku di navbera hêzên rêjîma Sûriyeyê û çekdarên muxalîf de şer gûr bû, bûyerên dizî, revandin û kuştina mirovan zêde bûn. Gelê Kurd ku xwe ji bo xweseriyê amade dike, li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê Meclisên Gel ava kir. Li gelek bajarên li Sûriyeyê ku kurd lê dijîn, bi pêşengiya Kurdan sîstema xweseriya demokratîk hate sazkirin û bigeha jiyaneke hevbeş a bi neteweyên din re tê pêşxistin. Yek ji van gavan jî sazkirina Komîteyên Parastinê ye. Ji ber li bajarên derveyî Rojavayê Kurdistanê êrîşên komên çete yên li dijî gel zêde dibin, pêdivî hat dîtin ku ev komîte werin sazkirin. Li bajaroka Minbicê ya bajarê Helebê,hemberî êrîş, talan, dizî û rêvendina mirovan a komên çeteyan bi beşdariya Kurd, Ereb û Suryaniyan Komîteyên Parastinê ya Hevbeş hatin sazkirin. Ev komîte ji bo parastina gel nobetê li taxan digirin û gel ji êrîşan diparêzin.
Endamê Komîteya Parastinê ya bajarokê Minbicê Fatih Ehmed ku ciwanekî Ereb e diyar kir ku bi hev re, Ereb, kurd û xiristiyan komîteyên parastina gel ava dikin û got: “Mebesta me ew e ku em xwe ji çeteyan biparêzin, û em nahêlin kesên biyanî êrîşî me bikin û ziyanê bidin gel. Tevî şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û Artêşa Hur de em xwe diparêzin û nahêlin her du alî bikevin taxên me.”
ANF/HELEB