Li pirraniya bajarên Sûriyê şer di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de rûda, hêzên rejîmê ber bi bajarê Tedmir (Palmîra) ve bi pêş ve diçin.

Li aliyê din Artêşa Dewlata Tirk jî liv û tevgera xwe a li dijî Rojavayê Kurdistanê xurt dike. Di bin sîwana van kirinan de li herêma Şehbayê cihên perwerdeya leşkerî ava dike da ku çeteyan li wan cihan perwerde bike. Li aliyê din bi hezaran koçberên navçeya El-Xefsa û gundên wê ji ber şerê di navbera hêzên Rêjîmê û çeteyên DAIŞ‘ê de xwe digihînin Minbicê.

Bargehan li Şehbayê ava dike

Dewleta Tirk çav lê ye li devera Şehba mayîn de bibe û êrîşî deverên azad ên di kontrola YPG û QSD´ê de bike. Çavkaniyên ji gundê Şaw ê 16 kîlometroyan li rojhilatê bajarokê Raiyê, eşkere kirin ku artêşa Tirk a dagirker ji çend rojan ve dest bi avakirina cihên perwedeya leşkerî li çiyayê bi gundê Şaw ve, kiriye. Çavkaniyan diyar kir ku kesên ji Sûrî yên li Tirkiyê ji aliyê MÎT´ê ve bi alîkariya Ixwan Muslimîn ve hatine komkirin, wê li cihên leşkerî bêne perwedekirin.

Çavkaniyan di demeke pêş de jî diyar kiribû ku artêşa Tirk a dagirker piştî ku bajarê Babê dagir kir dest bi avakirina bingeheke leşkerî li herêma Çiyayê Eqîl a li hemberî bajarê Babê kir. Her wiha artêşa Tirk bi armanca depokirina çekan li bajarokê depoyan ava dike.

Ji destpêka dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê ve ji Herêmên Şehba re di 24`ê Tebaxa derbasbûyî de, artêşa Tirk gelek gund bi taybet gundên Kurdan rûxandin û şêniyên wan bi dare zorê koçber kirin da ku gund ji niştecihên wan ên resen bên vala kirin. 

Şer bi dijwarî didome

Li herêmên rojavayê Dera şer bi dijwarî di navber çeteyên koalisyonê û çeteyên Xalid Bin Welîd a girêdayî DAIŞ’ê de didomin.

Çeteyên Xalid Bin Welîd bi pêş ve çûn û Cilîn, El-Mixêra û Til El-Cimûi ji dest hêzên rêjîmê derxistin.

Têkildarî mijarê navenda Çavdêriya Mafê Mirovan (El-Mersed El-Sûrî) diyar kir ku di şer de 16 çete ji koalisyonê û 5 ji çeteyên Xalid bin Welîd hatin kuştin.

Yek diçe yek tê

Li gundewarên Şamê jî  şer di navbera hêzên rejîmê û çeteyan de qewimî, li rojavayê bajarê Tedmûrê jî şer di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ`ê de didome, balabirên şer ên rejîmê jî li gel şer çend êrîş li ser herêmên bajarê Tedmûrê û derdora wê pêk anîn. El-Mersed El-Sûrî diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê li hin aliyan paşve kişiyan û hêzên rejîmê li aliyên rojava û bakurê rojava karîbûn bi pêş ve biçin. Bajarê Tedmûr (Palmîra) bi dijwarî ji aliyê rêjîmê ve hat topbarankirin.


NAVENDA NÛÇEYAN



Koçber xwe disipêrin Minbicê

Di nava vê qerepera şer de, deriyekî hêviyê jî li xelkê vebûye. Bi sedan malbatên navçeya El-Xefsa û gundên derdora wê yên girêdayî bajarê Minbicê ji ber şerê di navbera hêzên rêjîmê û komên çete yên DAIŞ‘ê de xwe spartin gundên rizgarkirî yên Minbicê, pirraniya wan li gundê El-Ewseclî xwe bi cih kir. Koçberên ku pêwîstiyên xwe yên jiyanî barkiribûn, bi erebe û traktoran xwe gihandin gundên rizgarkirî.

Şêniyên gundê El-Ewseclî, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundên wê Farûq El-Maşî û Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundên wê Zeyneb Qenber pêşwaziya koçberan kir û nan dan wan.

El-Maşî diyar kir ku pêla koçberiyê ya ber bi Minbicê ve rojane dewam dike û got, ew bi hemû derfetan pêwîstiyên koçberan bi cih tînin.

El-Maşî li ser mijarê bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir da ku alîkariya insanî bikin. Ji bajarê Babê jî rojane bi sedan koçber xwe dispêrin Minbica rizgarkirî. 


 MINBIC





Tirsa çeteyan li bin perdeyan


Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di heman demê de ji 3 aliyan ve ber bi bajarê Reqayê ve bi pêş ve diçin, çeteyên DAIŞ`ê li gelek aliyên bajar perdeyan datînin û cihê tevgera xwe vedişêrin.

Çavkaniyên ji hundirê bajarê Reqayê diyar kirin ku çeteyên DAIŞ`ê berî bi çend rojan li herêmên pirr lê tevdigerin dest bi danîna perdeyan kir. Çete bi vê yekê dixwazin xwe ji derbên Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê û balafirên Hevpeymanê yên ezmanî veşêrin.

Di wêneyên ku anjansa ANHA’yê bi destxistî de diyar dibe ka çawa çeteyên DAIŞ`ê bi perdeyan ser xwe girtine.

Ev pêkanînên çeteyên DAIŞ`ê di wê demê de ku hêzên QSDʹê li rojava, bakur û rojhilatê bajarê Reqayê di çarçoveya Hemleya Xezeba Firatê de bi pêş ve diçin, tên kirin. Hêzên QSDʹê pêşveçûnên berfireh pêkanîn û bi sedan gund û bi hezaran Km2 di çarçoveya hemleyê de rizgar kirine.


REQA