Gel xwedî li HDP’ê derket
Li bajarê Lorîent ê li rojavayê Fransayê, dek û dolabên AKP’ê yên di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de gerandin û zextên li ser HDP’ê ji aliyê Kurdistaniyan ve hatin şermezarkirin.
Çalakiya protestoyî danê êvarê li ber Dêra Kerentrechê dest pê kir û nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) û Alternatîve Lîberte yên şaxê Lorîentê jî tevlî çalakiyê bûn.
Qisekeran diyar kirin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan û hêzên demokrasiyê meşrû bikin, di hilbijartinê de bi her awayî zext, zordarî û hîle kirine.
Li her qadê destekê bidin HDP’ê
Qisekeran bi bîr xist ku armanca herî mezin a tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ew bû ku HDP’ê di binê bendê de bihêle, lê gel xwedî li HDP’ê derketiye.
Li ser navê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Dr. Borîs Campos axivî û diyar kir ku wan binpêkirina mafên mirovan ên di dema hilbijartinê de hatin kirin ji nêz ve şopandine û wê li her qadê destekê bidin HDP’ê.
Nûnerê Altenratîve Lîbertejî diyar kir ku welatên Ewrûpayê ji bo xatirê berjewendiyên xwe li zextên li Kurdistanê û komkujiya li Pirsûsê ji nedîtî ve hatine. LORIENT