Li dû êrîşên bombeyî yên li hemberî şehîdgehên li Gimgim û Bedlîsê, Şehîdgeha Ronahî ya li navçeya Wanê Şaxê jî bi rîska êrîşê re rû bi rû ye. Beriya du hefteyan, balafirên artêşa Tirk bombe li nuqteyên nêzî şehîdgehê barandin. Li Şehîdgeha Ronahî ku beriya du salan ji aliyê malbatan û gel ve hat çêkirin, ev du meh in bi nobetê ji alî mertalên zindî vê tê parastin. Her roj bi dehan mirov tên ziyareta vê derê. Girseya gel a nobetê digire, nerazîbûn nîşan da ji bombekirina goristanan bi destê hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk.
‘Ne însanî ne Îslamî ye‘
Recep Ceylanci yê li şehîdgehê nobetê digire îfade kir ku haya wan ji polîtika û daxwazên AKP’ê heye û got, “Niha jî êrîşî miriyên me dikin. Ev bêtehemûliyeke çawa ye, ez fêm nakim. DAIŞ bi xwe êrîşî goristanê nake, lê AKP goristanan bombebaran dike. Ya ku AKP dike ne Îslamî, ne însanî, ne jî wijdanî ye. Em li hemberî vê yekê bi rojane nobetê digirin û em ê her bigirin. Şehîdên me sedema me ya hebûnê ne.”
Huseyîn Erol jî bi rojan e ku li Şehîdgeha Ronahî nobetê digire. Erol diyar kir ku bi bombekirina goristanan re careke din derketiye holê ku hikûmeta AKP’ê ti hiqûqa şer nas nake û bang li gelê Kurd kir ku di mijara şehîdgehan de nêzîkatiyeke hesas nîşan bide. Erol da zanîn ku xwedîderketina li goristanan helwesta herî însanî ye û bang li hikûmetê kir ku dawî li êrîşên xwe yên bi vî rengî bîne.
‘Em ê heta dawiyê nobetê bigirin’
Yek ji nobetdarên li ber Şehîdgeha Ronahî Abdulkadîr Ozatan e. Ozatan êrîşên li hemberî Şehîdgehan ên li Gimgim û Bedlîsê şermezar kir û destnîşan kir ku şehîdgeh rûmeta gelê Kurd e. Ozatan diyar kir ku heta dawiyê ew ê nobetê bigirin.
OKTAY CANDEMÎR/DÎHA/WAN
‘Kiryariyên DAIŞ û AKP´ê yek in’
Endamên Kongreya Îslam a Demokratîk “Şehîdgeha Şehît Îsmail û Şehît Ronahî” ya li Gimgimê hat hilweşandin ziyaret kirin û li nava kavilên mizgeft û cemxaneyê de daxuyanî dan û diyar kirin ku yên îbadetxane hilweşandin ango DAIŞ û AKP wek hev in. Berdevkê DÎK’ê Mele Ekrem Baran, diyar kir ku tiştên hatine kirin li dijî ola Îslamê ne û got: “Di Peymana Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî de jî ev tişt tuneye. 1400 sal berê di serdema Hz. Muhammed de jî di ola Îslamê de hiqûqa şer hebû. Di hiqûqa şer de zarok, sivîl û jin nedihatin kuştin. Daristan nehihatin şewitandin. Îbadetxaneyên olên cuda nedihatin hilweşandin. Ev hemû wekî sûcên şer dihatin dîtin.”
Têkoşîna Kurdan têkoşîna mirovahiyê ye
Baran, destnîşan kir ku di salên 90’î de li Kurdistanê 4 hezar gund hatin şewitandin û li 4 hezar gundan 4 hezar mizgeft hilweşandin. Berî wê jî di serdema Şêx Said de mizgeft û cemxaneyên me hilweşandin. Kesên Misliman mizgeft û cemxaneyan hilnaweşînin. Li cenazeyan êşkenceyê nakin. Mehek berê cenazeyê endama HPG’ê Kevser Elturk (Ekin Wan) teşhîr kirin. Ev rûreşiya mirovahiyê ye. Xwedê û pêxember vê yekê qebûl nakin. Têkoşîna Kurdan têkoşîna mirovahiyê ye.”
Bang li oldar û bawermendan
Baran bang li hemû mela, seyda û oldaran kir û xwest her kes li dijî van pêkanînên dijmirovahî û dijîslamiyê dengê xwe bilind bike û van pêkanînan qebûl neke. Endamê Komeleya Oldarên Mûşê Mele Alî Yildiz jî diyar kir ku di tu olan de hilweşîna goristan û îbadetxaneyan tune û wiha peyivî: “Yên ku îbadetxaneyan hildiweşînin yek jê DAIŞ û ya din jî AKP ye.” Oldar piştî daxuyaniyê çûn serdanan mala sersaxiyê ya gerîllayê HPG’ê Onur Taş (Serhat Ronî).
DÎHA/MÛŞ