Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bajarê Fransayê Strasbourgê di roja 18’an de ye.
Serdanên ji bo piştgiriya bi çalakgeran re dewam dikin.
Kedkarên çapameniya Kurd jî di nav de, Meclîsên jinan ên li Anvers a Belçîka, Paytexta Fransayê Parîs, Meclîsa Jinan a Destan a Berlînê û Endamên saziyên girêdayî rêveberiya NAV-YEK’ê doh çalakger ziyaret kirin. Nûnerên saziyan, bi çalakgerên grevê re yek bi yek axivîn û hem derbarê çalakiyê û hem jî derbarê rewşa wan a tenduristiyê de agahî wergirtin.
Di axaftinan de hat gotin, ji bo daxwazên çalakvanan li hemû cîhanê belav bibin divê hê zêdetir xebat bêkirin. Di serî de ev deng divê bigihîje Konseya Ewrûpa (KE), CPT û hemû saziyên berpirsyar.
ANF/STRASBOURG