Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER) a ku navenda wê li Amedê ye di navbera 5 û 6’ê sibatê de li navenda Amedê der barê makeqanûnê de rapirsînek pêk anî. Di vê rapirsînê de li navçeyên Yenîşehîr, Baglar û Kayapinarê ji 254 (113 jin, 141 mêr) kesan bîr û ramanên wan ên der barê makeqanûna nû de hatin pirsîn.
Di vê rapirsînê de ji sedî 75’ê gelê Amedê perwerdehiya bi zimanê dayikê xwest. Ji van kesan ji sedî 53’ê gotiye “Bila perwerdehî di hemû astan de bi zimanê dayikê were dayîn, bila hînkirina zimanên din vebijêrkî be.” Ji sedî 22’yan jî xwestiye ku Kurdî û Tirkî bi hev re bibin zimanên perwerdehiyê û hînkirina zimanên din bibe waneya vebijêrkî. Li aliyê din ji sedî 21’ê beşdaran jî wekî Bulent Arinç gotiye, “Bila perwerdehî bi Tirkî be û hînkirina zimanên din bibe waneya vebijêrkî. Her wiha ji sedî 4’ê beşdaran jî wekî Devlet Bahçelî xwestiye ku rewşa heyî ango pergala asîmîlasyonîst bidome.
Di vê rapirsînê de pirsa “Gelo di makeqanûna nû de bila zimanê fermî çi be?” arasteyî beşdaran hatiye kirin. Ji sedî 34’ê beşdaran gotiye, “Bila zimanê fermî Tirkî be, lê bila hemû zimanên din jî di hemû qadên jiyanê de bi azadî werin bikaranîn.” Ji sedî 23’yê beşdaran xwestiye ku hemû zimanên zikmakî li Tirkiyeyê bibin zimanên fermî. Ji sedî 18’ê beşdaran diyar kiriye ku divê zimanê Kurdî û zimanê Tirkî bi hev re bibin zimanên fermî û hemû zimanên dayikê bibin bi azadî di warê axaftin û nivîskî de werin bikaranîn. Ji sedî 14’ê beşdaran jî gotiye, “Divê li vî welatî divê zimanê fermî yê herêman hebe, zimanê dayikê yê gelê wê herêmê bibe zimanê fermî yê herêmê.” Her wiha ji sedî 9’ê beşdaran xwestiye ku li Tirkiyeyê zimanê fermî tune be. Bi tenê ji sedî 2’yê beşdaran xwestiye ku rewşa heyî didome.
Di rapirsînê de encama herî balkêş di warê statûyê de derketiye holê. Li gorî rapirsînê ji sedî 51.6’ê beşdaran xweseriya demokratîk, ji sedî 20.1’ê beşdaran serxwebûn, ji sedî 10.6’ê beşdarên rapirsînê jî federasyon xwestiye. Ji bilî van ji sedî 3.9’ê beşdaran xweseriya îdarî û rayeya zêde ji bo şaredariyan tercîh kiriye, ji sedî 8.7’ê beşdaran jî li dijî statûyê rabûne, wan gotiye “Mafên çandî û nasnameyî yên Kurdan werin pejirandin, lê divê tu statûya siyasî neyê dayîn.”
Piştî pêşkêşkirina van daneyan, em dikarin der barê encamên vê rapirsînê de hinek analîzan bikin. Bi vê rapirsînê diyar bûye ku êdî Kurd naxwazin bêyî statû bijîn. Rêjeya amediyên ku statûyeke siyasî dixwazin ji sedî 80’yî zêdetir e. Di nav van kesan de kesên ku dengê xwe dane AKP’ê jî hene. Ji ber ku ji beşdaran hatiye pirsîn ka wan di hilbijartina dawîn de dengê xwe daye kîjan partiyê. Li gorî encama vê pirsê ji sedî 70.9’ê beşdaran dengê xwe daye BDP’ê ji sedî 14.6’ê beşdaran dengê xwe daye AKP’ê û ji 14.6’ê beşdaran jî dengê xwe daye partiyeke din.
Her wiha encamên rapirsînê nîşan didin ku hemû alîgirên BDP’ê jî wekî hev nafikirin, hem di warê mafê perwerdehiyê de hem jî di warê statûyê de cudatî hene. Tiştê balkêştir jî ev e ku ji sedî 20.1’ê beşdaran serxwebûn xwestiye. Ev nîşan dide ku girseya Kurd her ku diçe hêviya xwe ji Tirkiyeyê qut dike û nêzî daxwazên radîkaltir dibe. Xaleke din jî heye ku divê em balê bikêşin ser.
Gelê Amedê statûyê dixwaze