
Hevserokê Meclîsa Herêma Babê, Ehmed Hemo da zanîn ku gelê Babê dikare parastina xwe bike û pêdiviya wî bi dewleta Tirk nîne.
Artêşa Tirk a dagirker ji 24′ê tebaxê ve herêma Şehbayê, ji Cerablûs heta derdora Babê, dagir kiriye. Têkildarî mijarê Hevserokê Meclîsa herêma Babê Ehmed Hemo diyar kir ku çeteyên DAIŞ′ê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ziyaneke mezin gihandin herêma Babê.
Hemo dagirkeriya Tirk red kir û wiha axivî: ″Armanca dewleta Tirk ji êrîşên li dijî herêmê ew e ku axa Sûriyê dagir bike, demografiya herêmê biguherîne û Tirkan li şûna wan bi cih bike.″
Hemo da zanîn ku gelê Babê dagirkeriya Tirkiyê qebûl nake û wiha pê de çû: "Em wekî şêniyên Herêma Babê û Sûriyê bi hêz û baweriya xwe dikarin xwe biparêzin û pêdiviya me bi dewleta Tirk nîne."
Ehmed Hemo topbarana artêşa Tirk a li dijî herêmên Şehbayê û kuştina jin û zarokan, her wiha kavilkirina malan şermezar kir.
ANHA / EFRÎN