Li bajarê Başûrê Kurdistanê Hewlerê, gel li Parka Şanedar civiya û piştgirî da berxedana gelê Bakurê Kurdistanê. Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê çalakî organîze kir, nûnerên Rêxistina Nehiştina Îşkenceyê, Federasyona Girtiyên Siyasî a Kurdistanê, Rêxistina Çak, Hizba Ayînde, PYD, Rêxistina Xanî a ji bo Lêkolîna Hizrî, Partiya Rizgarî, Partiya Komara Kurdistanê, Komîteya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl beşdar bûn.
Di çalakiyê de li ser nave Komîteya Amedekar Xatû Semîre axivî. Xatû Semîre bi tundî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdên Bakurê Kurdistanê şermezar kir.
Piştre jî ji aliyê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û piştgiriya ji bo xwerêvebiriyên demokratîk ên li Bakurê Kurdistanê hat ragihandin..
“Gelê Bakur di berxwedaneke dîrokî de ye”
Li navçeya Silêmanî Ranyayê jî pêr êvarî ji aliyê sedan kesî ve siyaseta şerxwaz a dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî gelê Kurd hat şermezarkirin.
Di çalakiya ku bi beşdarbûna Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Welatiyên Rojava yên li Ranya, çalakvanên siyasî yên Rojhilata Kurdistanê û welatiyên Ranyayê ve dewleta Tirk hate şermezarkirin.
Çalakiyê li ber Mizgefta Sîd Qadir destpê kir. Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Seîd Xalid axivî. Xalid diyar kir ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê berxwedanekî dîrokî didin meşandin û got: “Divê gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya xwerêveberiya demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê bike. Gelê Bakur di berxwedanekî dîrokî de ne.”
Piştre jî daxuyaniya li ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku divê demildest Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bê azad kirin.
Gelê Kelarê piştgirî da Bakur
Li qezaya Germiyanê Kelarê jî doh danê êvarî bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd hat şermezar kirin. Xelk pêr êvarî li taxa Goran civiya û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakurê Kurdistanê şermezar kirin. Çalakiya ku ji aliyê Tevgera Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ve hate li dar xistin, ji taxa Goran destpê kir ta ber dibistana Şehîd Leyla Qasim ya li nav bazarê dewam kir. Di meşê de bê navber li hemberî dewleta Tirk sloganên şermezarkirinê hatin gotin û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Welatiyên piştgiriya xwe ya ji bo xwerêveberiyên demokratîk ên li Bakurê Kurdistanê ragihandî jî diyar kir.
NAVENDA NÛÇEYAN