Xwepêşandan li ber Parka Qela hat lidarxistin. Di xwepêşandanê de li ser navê nûnerên Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan, Navenda Çandê ya Berdî, Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê/Kerkûk, Yekîtiya Oldaran/Kerkûk, Gêncanî Niştimanî Kurdistanê, Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev, Tevgera Goran, Tevgera Demokratîkkirina Gelê Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên rêjîma dîktator û yên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El Nusra yên li dijî Rojava hatin şermezarkirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rojava di rewşeke awerte de derbas dibe û êrîşên çeteyan gihişt asta ku fetwaya kuştin û talankirina malên Kurdan bidin. Di daxuyaniyê de li ser mijara tevlîbûna ciwanên Başûr a nava El Nusra hat rawestîn û banga hişyariyê li hemû malbat û oldarên Kurd hat kirin ku pêşiya van xerabiyan bigirin.
KERKÛK