Serokatiya Dîwana KONGRA GEL di daxuyaniya weşand de ev tişt got: “Berxwedana Rêbertiya me ya li Îmraliyê, zêdetirê 8 hezar girtiyên siyasî yên di girtîgehan de, berxwedana gelê me yê qehreman û têkoşîan bi heybet a gerîlayan, li Kurdistan û Rojhilata Navîn dîrokê ji nû ve dinivîsin” û têkoşîna Kurdan li Rojavayê Kurdistanê silav kir.
KONGRA GEL di daxuyaniya der barê tecîrê de bi bîr xist ku ev 367 roj in Ocalan di tecrîda giran de tê girtin û ev tişt got: “Em weke gel û tevger tu agahî ji tenduristî û jiyana Rêbertiya xwe nagirin. Tecrîda li ser Rêbertiya me bi armacan şantaj û tehdîdtan li hemberî gel û tevgera me tê pêkanîn. Dixwazin bi tecrîdê gelê me ceza bikin û daxwazên wan asteng bikin.”
KONGRA GEL destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe ya li hemberî polîtîkayên dijwar ên AKP’ê yên ji bo teslîmgirtin û şkandina vîna gelê Kurd pûç kiriye û ev tişt anî ziman: “AKP’ya ku li hemberî berxwedana Rêber Apo bin ket, li aliyekê tecrîdeke giran li hemberî Rêbertiya me pêk anî û li aliyek din dixwaze bi şereke topyekun li hemberî gel û tevgera me encam bigire.”
KONGRA GEL diyar kir ku gelê Kurd li her derê ji bo azadiya Ocalan berxwedan û têkoşînê xurt dike û ji bo Rojavayê Kurdistnanê jî ev tişt got: “Mînaka vê ya herî li ber çavan pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê ne. Li Rojavayê Kurdistanê ya ku kedek mezin a Rêberiya me li wir heye, gelê Kurd ber bi Xweseriya Demokratîk ve diçe. Em weke Dîwana Serokatiya Kongra-Gel têkoşîna bi heybet a gelê me li Rojavayê Kurdistanê silav dikin û dibêjin ku em her tim li gel wan in.”  

Pêkanînên faşîzan dikevin dewrê

Konseya Rêveber a KNK’ê di daxuyaniya bi boneya yekemîn salvegera tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand û ev tişt got: “Dema ku mijar dibe Ocalan û Kurd, hiqûq, qanun, peymanên navneteweyî, norm û nirxên dewletbûnê jî bi awayekî kirêt têne binpêkirin.” KNK’ê bal kişand li ser bêdengiya hêzên navneteweyî jî û wiha pêde çû: “Bi taybetî bêdenigya dewletên rojava, erêniya vê kiryara taybet û faşîst e. Lewma Girtîgeha Taybet ya Îmraliyê, ne ya Tirkiyeyê, weke girtîgeha 'Guantanamoya Ewropayê tê bi navkirin.”
KNK’ê destnîşan kir ku li dijî Rêberê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan, ji 15’ê sibata 1999’an û vir ve, tecrîd û îşknenceyeke ku menendê wê li cîhanê nîne de tê girtin û ev tişt got: “Dewleta Tirk, ji bo Ocalan zindaneke taybet li Girava Îmralî ava kir û her cûre antî hiqûqî û kiryarên derî mirovahiyê, derî exlaqî kirin pratîkê. Rêberê Gelê Kurd kirin cihekî taybet û ji cîhanê îzole kirin. 13 sal û nîv in ku Ocalan, li giravê, di odeyeke 11 metreyî de ku TV jî tê de nîne û tenê tê ragirtin. Ev rewş, ji cezakirinê zêdetir tê wateya êşkencekirinê. Girava Îmralî statuya girtîgeha yek kesî ye û ji statuya Guantenamo girantir e û îzolekirî ye.”
KNK’ê destnîna kir ku Îmralî wek herêma leşkerî hatiye îlankirin û wiha domand: “Îmralî, heta weke îro, ji aliyê Navenda Krîzê ya Serokwezîrtiyê, ku di nava wan de leşker û sivîlên taybet hene tê rêvebirin. Ev navend xwedî rêxistinî û erka taybet e. Di bûyerên diqewimin de, yan jî rewşeke taybet de dikarin rewşa awarte îlan bikin û 6 mehan bi înîsiyatîfa xwe tevbigerin.”
Konseya Rêber a KNK’ê di dirêjiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan, ji 27ê tîrmeha 2011’an û vir ve, nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Serokwezîr û Wezîrê Dadê, li hemberî raya giştî û vekirî gotin, ew destûrê nadin. Destnîşan kirin ku heta qanuneke taybet ya ji bo Ocalan derbixin, ew desturê nadin hevdîtinan. Ev beyanat jî didine xuyakirin ku tecrîda li ser Ocalan, ne mirovahî, ne exlaqî û ne hiqûqî ye. Li dijî kanunan e û kiryarek keyfî ye. Desthilatdarî jî, di nava bêşermiyek mezin de li pey vê biryara xwe radiweste.”

Guantanamoya Ewropayê 

Konseya Rêvebir ya KNK’ê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 13 sal û nîv in ku li Îmralî rehînê dewletê ye û dîl hatiye girtin. Ji bo wî ne hiqûqa hundir, ne jî hiqûqa şer tê bikaranîn. Bi taybetî bêdenigya dewletên rojava, erêniya vê kiryara taybet û faşîst e. Lewma girtrîgeha taybet ya Îmrelî, ne ya Tirkiyeyê, weke girtîgeha 'Guantanamoya Ewropayê tê bi navkirin.
KNK’ê herî dawî ev bang kir: “Em bang li dewletên Ewropayê, sazî û dezgehên pêwendîdar, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî dikin ku li dijî tecrîda giran ku salek tije kir bêdengiya xwe xerab bikin. Pêwist e desteka xwe ya li pey vê êşkenceya derî însanî, derî exlaqî rakin û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”  

BEHDÎNAN/BRUKSEL 




PYD bi gel re civiya


Partiya Yekitiya Demokratik (PYD) li Hewlêr di derbarê pêşketinên Kurdên Sûriyê de civînek li darxist.
Bi armanca agahdarkirina pêşketinên li bajarên Kurdan ên Sûriyeê PYD'ê li hola Azadî ya Hewlerê ji bo gel û rojnamevanen civînek li dar xist. Li ser navê PYD'ê Dr Huseyin Koçer axivî û got gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê bi armanca welatekî demokratik dixebite û ew li gel itifaqa ku li Hewlêrê hatî kirin de tev digerin û di berjewendiyê Kurdan de kar dikin û wiha got: ""Em hemû partiyên Kurdan yên tevlî îtifaqa li Hewlêrê buyîn di berjewendiyê Kurdan de kar dikin, em wek Kurd li wêderê mafê xwe dixwazin û li ser vî esasî kar dikin, em dijminahiya kesê nakin, tenê armanc ewe Suryeyek demokratik were avakirin û divê derê dejî mafê Kurd were dayîn û Kurd xwedî nasnamebin." Huseyin da zanîn ku kesên ku dibêjin PYD'e bi PKK'ê ve girêdayîne jî derewin derxist û got em bi PKK'ê ve ne girêdayîne, PKK partiyeke ya şoreşgerî ya Kurde û ji bo her çar parçeyên Kurdistanê li çiyan şer dike. Em wek Kurd li rojavayê Kurdistanê ji bo bi şêweyekî demokratik bi hevre jiyan bikin bi gelên din re jiyan bikin kar dikin.

Siyaseta Erdoxan li rojava têkçû
Di civînê de peyamên serokwezîrê Tirk Tayîp Erdoxan jî bibîr xist û got tehemul kirina Erdoxan ji yekitiya Kurdan re nîne û wiha berdewamkir. "Erdoxan bawer nedikir ku Kurd wê yekitiya xwe ava bikin, ji bo wê siyaseta Erdoxan ku dixwest li Surye bi rêve bibe û bike têkçû û felişî, ji bo wê niha çav sor buye û li hemberî Kurdan dirabe." Huseyin got projeya Emerika û Tirkiye tu çareserî di Surye de nanî, tersê wê hîna kuştin çêdibe tenê ya li vêderê girîng ji bo tevahî Suriye modela demokratike.
Huseyin li ser pirsa rojnamevanek ya "dema mudaxele ji aliyê Tirkye ve were kirin wê çi bêkirin" jî got mudaxeleyek î wusan wê bibe sedemê di rojekê de Kurd hemu bibin yek û hemu Kurd wê li hemberî vê mudaxeleyê derbikevin. Huseyin Koçer da zanîn ku heya niha dibin banê meclîsa hatî avakirin de Kurd li Surye karên xwe rêve dibin û ew li hemberî tu Tirkiye yanjî kesên din şer nakin, tenê ya dikin parastinê gel û azadkirina gele. Huseyin got bi vê armancê em hêvidarin ku serokatiya herêmê heya niha bi awayekî cidî li Rojavayê Kurdistanê meyze dike û ji niha û pêvejî wê wusan be. Herî dawî Huseyin got ev itifaqa dinava partiyên Kurd li rojavayê Kurdistanê çêbuyî de destpêkeke ji bo itifaqek ya her çar parçeyên din yên Kurdistanê. Huseyin ragihandina herêma başûrê Kurdistanê jî rexne kir û got divê ragihandina başûrê Kurdistanê hîna zêdetir balê bikşîninli ser gelê Rojavayê Kurdistanê. 

HEWLÊR




Ji PJAK û FKÊ peyama pîrozkirinê



Serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) Ebdulrehmanê Hacîehmedî bi peyamake nivîskî xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê pîroz û damezrandina Konseya Bilind a Kurd wekî gavek dîrokî û cihê şanaziyê bi nav kir.
Serokê PJAK’ê Ebdulrehmanê Hacîehmedî ku li ser rewşa nû ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê peyamek nivîskî belav, Desteya Bilind a Kurd ku ji aliyê Kurdan ve bi Peymana Hewlêrê hate damezrandin wekî biryar û pêkhateyek dîrokî bi nav kir.
Serokê PJAK’ê ku ev yek û xweseriya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê wekî cihê şanaziyê binav kir, anî ziman ku ev helwesta Kurdan wê ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên din jî bibe gavek girîng û got:"Hêvîdar im gelê me yê Roajavayê Kurdistanê, mil bi mil, tevî gelê Ereb yê demokratîk û gelên din yên li Sûriyeyê, dawî li dîktatoriya baas bînin û li ser esasê demokrasî û wekheviyê welatekî mînak li Rojhilata Navîn ava bikin."
Serokê PJAK’ê Ebdulrehmanê Hacîehmedî destnîşan kir ku wê Sûriyeyek demokratîk, ji ber pozîsyona xwe ya li herêmê, di demokrastîzekirina hemû Rojhilata Navên de jî rolekî sereke bilîze û weha jî bal kişand ser giringiya Konseta Bilind a Kurd ku hate avakirin; “Ev gava dîrokî, ango nîşan û garantiya azadiya gelê Kurd li vî beşê welatê me, Konseya Bilind a Kurd, wê bê guman bandorek gelek mezin li xebatên yekîtiya Kurdan û hemû beşên Kurdistanê bike. Ev yek jî careke din piştrast dike ku dem hatiye em dawî li helwestên xwe yên di çarçoveya parçegirî, hizbayetî, êşîretî û binemaletî bînin."


Ji Federasyona Komeleyên Êzîdî piştgirî
Federasyona Komeleyên Êzîdî (FKÊ) bi daxuyaniyekê destkeftiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê silav kir û diyar kir ku ew piştgirî didin vê pêngavê. FKÊ’yê got; “Em li vir yekîtiya gelê rojavayê Kurdistanê pîroz dikin û pêkanîna projeya xweseriya Demokratîk gavek dîrokî dibînin. Em hêvî dikin ku tevahiya pêkhatiyên rojava: Êzîdî, Xirstiyan, Misilman bi awayekî xweser jiyanek aşîtyane li ser esasê edalet û wekheviyê bimeshînin.” Federasyonê li dijî tecrîda li ser Ocalan jî banga têkoşînê li Kurdan kir.
FKÊ’yê got; “Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di vê dema dawî de destê xwe danî ser gelek herem û bajaran. Dikarîbû hêzên rejîma Beşar Esed ji wan hereman biqewrîne û rêvibireyek xweser ava bike. Di vê rêvibirya xweser de hemû netew û olên li rojava beşdar in.”
FKÊ’yê got; “Em li vir yekîtiya gelê rojavayê Kurdistanê pîroz dikin û pêkanîna projeya xweseriya Demokratîk gavek dîrokî dibînin. Em hêvî dikin ku tevahiya pêkhatiyên rojava: Êzîdî, Xirstiyan, Misilman bi awayekî xweser jiyanek aşîtyane li ser esasê edalet û wekheviyê bimeshînin.
Em destkeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin û destekê didinê.Her weha ev saleke tecrida girankiri li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin, em vê tecridê bi tundi şermezar dikin. Banga me ji bo civaka êzdiya tevahî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hemû derfetên xwe seferber bikin û tevî hemû hêza xwe tevili ҫalekiyê têne lidarxistin bibin.”