Malbatên endamên HPG’ê Gulîstan Koç (Zîlan Hakkarî), Cemîl Erol (Serdar Mezraî) û Giyasettîn Kaval (Dilşad Aryen), cenaze ji Meletî wergritin û derengê anîn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Gelê Colemêrgê ji bo cenazeyan bigirin ber bi nexweşxaneyê ve herikîn. Di demek kinde hêjmara girseyê 10 hezar derbas kir. Gireyê posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wêneyên endamên HPG’ê yên li Geliyê Tiyarê jiyana xwe ji dest dan vekirin. Girseyê sloganên „Biji Serok Apo“, „Tolhildan“ û „PKK“ berz kirin. Cenazeyên ji nexweşxaneyê girtin piştî vecîbeyên olî bi 3 wesayîtan birin Goristana Serê Solan a li taxa Sumbulê. Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Esat Canan, Wekîlê Serokê Rêxistina BDP’ê ya Colemêrgê Orhan Koparan, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu û bi deh hezaran welatî tevlî meşê bûn. Girsê li ber deriyê goristanê cenaze wergirtin û li ser milan heta goristanê birin. Zilaman darbesta Cemîl Erol (Serdar Mezraî) û Giyasettîn Kaval (Dilşad Aryen), jinan jî darbesta Gulîstan Koç (Zîlan Hakkarî) danîn ser milê xwe.
3 cenazeyên endamên HPG’ê li tenişta hev hatin definkirin. Girsê piştî definkirinê „Çerxa Şoreşê“ xwend. Wekîlê Serokê BDP’a Colemêrgê Orhan Koparan, axivî û Serokwezîr û Fetullah Gulen da ber rexneyan. Koparan, got ku gelê Kurd li hemberî polîtîkayên wan serî natewîne û dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: „Me îro 3 hevalên xwe li vir defin kirin. Lê em hemû dê têkoşîn û rêça wan bişopînin. Divê hemû kes vê yekê baş bizanin.“
Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Esat Canan jî ji ber gelê Colemêrgê xwedî li cenazeyan derket spasî ji gel kir. Canan, diyar kir ku li şûna Serokwezîr Erdogan ji bo gelê Suriyeyê xemgîn bibe bila berê xwe bide welatê xwe û wiha got: „Erdgoan, rewşa welatê xwe nabine. Îro ev zarok li Suriyeyê ne li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest didin.“ Bavên endamên HPG’iyan Bedîrhan Koç, Veysî Kaval u Suleyman Erol jî spasî li gel kirin. Pişt re girsê konê li ber avahiya BDP’ê hate vekirin ziyaret kirin.
Piştî merasîma cenazeyan komekê li taxa Keklîk Pinarê riya bejayî ya Wan û Colemêrg ji tirakî girt û dest bi meşê kirin. Piştî demekê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxel li meşê kir. Di mudaxeleyê de polîsek birîndar bû.
DÎHA/COLEMÊRG
Cenazeyê Çîçekê HPG’î dê îro bê definkirin
Malbata Endama HPG’ê Îpek Çîçek (Medya Ronahî) a ku di 22-24’ê cotmehê de di operasyona li Geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê ku hate gotin bi çeken kîmyevî jiyana xwe ji dest dane, piştî encama testa DNA’yê diyar bû cenazeyê xwe ji Meletiye wergirtin û birin Îdirê. Dê îro saet di 09.00’an de li navçeya Bazîda Agiriyê bi girseyî cenaze pêşwazî bikin û pişt re cenaze bibin bajaroka Hoşxeberê ya Îdîrê defin bikin.
Cenazeyên HPG’iyan bi hinceta ‘belge’ nadin malbatan
Berê ji bo cenazeyên ku dibirin Meletiyê piştî ku malbatan cenaze teşhîs dikir, cenaze digiritin lê niha ji malbatan belgeyên cuda tê xwestin û bi vî rengî malbat têne astengkirin û cenazeyan nikarni bigirin. Ji bo cenazeyên ku bi testa DNA’yê hatine teşhîskirin niha jî ji welatên ku hatine belge tê xwestin.