HDP: AKP darbekar e. Darbe tê kirin. Desthilatdariya heyî darbeyê li hiqûqê, edaletê û siyasetê dike. Partî û dewlet kirin yek. Kêmî nîvê civakê temsîl dikin.

HDP: Em ê serî li ber zilma vê desthilatdariyê netewînin, em ê çokên xwe daneynin erdê. Hilbijêrên me, di serî de gelê Kurd, ti carî serî netewand, ji niha û pê ve jî wê serî netewîne.

Dewleta Tirk parlamenteriya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û ya Musa Farisogullari betal kir û ew tavilê kirin hepsê. Parlamenterên HDP’ê li dijî vê yekê meşiyan û serê xwe li ber êrişa polîsên dewleta Tirk jî netewand. Gelek saziyên civaka sivîl jî bi daxuyaniyên xwe piştgirî da HDP’ê, wan got, em ê teslîm nebin û xwest parlamenterên girtî tavilê bên berdan.

Koma Parlamenê ya HDP’ê li ser girtina wekîlên xwe Leyla Guven û Mûsa Farisogullari û wekîlê CHP’ê Enîs Berberoglu li Meclîsê daxuyanî da. Piştî daxuyaniyê Serokwekîlên Komê û parlamenter ber bi Guvenparka Kizilayê ve meşiyan. Wekîlan dowîzên ‘darbe heye’ hilgirtin û bi dirûşma, ‘’AKP darbekar’’ e, dest bi meşê kir. Polîsên dewleta Tirk êriş bire ser wekîlên HDP’ê. Wekîlên HDP’î li cihekî nêzî Guvenparkê li ser Bûlwara Ataturk daxuyanî da.

Serokwekîlê Komê, Sarûhan Olûç got, ”Darbe tê kirin. Desthilatdariya heyî darbeyê li hiqûqê, edaletê û siyasetê dike. Partî û dewlet kirin yek. Kêmî nîvê civakê temsîl dikin. Zêdeyî nîvê civakê muxalefet e, dixwaze dawî li vê desthilatdariyê bê. Em ê serî li ber zilma vê desthilatdariyê netewînin, em ê çokên xwe daneynin erdê. Hilbijêrên me, di serî de gelê Kurd, ti carî serî netewand, ji niha û pê ve jî wê serî netewîne. Em ê biryardariya xwe her tim nîşan bidin.”

   

Em teslîm nabin

Saziyan li dijî qirkirina siyasî ya li dijî miletê Kurd û darbeya li dijî parlamenterên muxalif helwêsta xwe diyar kir. Wan got, vîna bi milyonan hatiye desteserkirin û peyama berxwedanê dan.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewrûpayê bi daxuyaniyekê bang li raya giştî ya Ewrûpayê, hêzên demokratîk ên cihî û penaberan kir da ku bi çalakiyan têbikoşin: ‘’Faşîzm tenê bi berxwedana giştî dikare were sekinandin. Dema berxwedan û hilweşandina faşîzmê ye.’’

Konfederasyona Sendîkayên Kedkar ên Kamûyê (KESK) jî li diji qirkirina siyasî û darbeya li dijî vîna gel got, ‘‘Gelên me û kedkar wê li vîna xwe xwedî derkevin, wê ti carî qebûl nekin ku nirxên demokratîk ên ku bi têkoşîna bi sedan salan bi dest ve hatine, bi carekê ji holê werin rakirin.’’

Tevgera Jinên Azad (TJA) jî helwêsta xwe li dîjî girtina 2 wekîlên HDP’ê û 1 welîlê CHP’ê nîşan da: ‘’Têkoşîna gelan û jinan wê teslîmî van polîtîkayên faşîst nebe, rajêrî van polîtîkayan nebe’’. TJA’yê bang li hemû jin û parêzvanên mafê mirovan kir da ku bloka demokratîk xurt bikin û tevna berxwedanê xurt bikin.

 

ENQERE