Girtiyên berê yên Artêşa Komarxwaz a Îrlandayê (ÎRA) û rêveberên Sinn Feinnê piştgirî da gelê Kurd û berxwedêrên greva birçîbûnê.
Li gorî nûçeya Amed Dîcle ya ji bo ANF´ê, Antony Mcintyre yê ji doza ÎRA’yê 18 salan girtî ma, endamê Sinn Feinnê yê Parlamena Komara Îrlandayê Orien O Broin û ji rêveberên hevdîtinên aştiyê yên Îrlanda Bakur, Gerry Kelly gotin, ew têkoşîna gelê Kurd ji nêz ve dişopînin û destekê didinê.
Antony Mcintyre piştî ku sala 1996’an ji girtîgehê derdikev, pirtûka bi navê ‘Good Friday: The Death of Irish Republicanism (Îna Baş: Mirina Komargeriya Îrlandayê)’ nivîsî. Mcintyre ku hîna jî aktîvîstek e û li Dublinê ye ji bo têkoşîna gelê Kurd dibêje, ew çalakiya Leyla Guven, bi sedan girtiyan û ya li Strasbourgê ji nêz ve dişopîne û gelê Kurd wê bi ser keve. Mcintyre wekî din got, ew ê her tim piştgiriyê bide Kurdan.
Gerry Kelly ku di doza ÎRA’yê de bi salan li girtîgeha Mazeyê de mayî jî li buroya Sinn Feinê ya li Belfastê axiviye û gotiye, gelê Kurd jî wê mîna gelê Îrlanda Bakur bi têkoşînê bi ser keve, lê belê ya niha divê biryardarî û sebir e.
Endamê Sinn Feinê yê Parlamena Komara Îrlandayê Orien o Broin jî diyar kir ku divê bersiv ji daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê re bê dayin û got, berî çend salan ew çû Amedê, hin hevdîtin kirine, ew ji Kurdan hînî gelek tiştan bûye. Broîn diyar kir, gelê Kurd gelekî rêxistinbûyî ye û ji bo serketinê jî ev yek gelekî girîng e. Broin wekî din got, Sinn Fein wê timî piştgiriyê bide gelê Kurd.
BELFAST