Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman, li Merdîn, Amed û Wanê di roja 50’iyan de dewam kir. Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê, weke her car li Kolana Lîsê ya pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, parlamenterên HDP’ê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
Girseyê di çalakiya nobetê de nerazîbûn nîşanî gef û planên operasyona leşkerî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojeva” û “Bijî berxwedana gelan” berz kirin.
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan piştî çalakiyê dest pê kir axivî û wiha got: “AKP û MHP ji bo ku desthilatdariya xwe dewam bike, biryara şer dane.”
Ceylan, da zanîn ku ewê li dijî vî şerî seknek bi hêz nîşan bidin û got: “Yên ku li ser xwîna gelê Kurd li hev dikin wê winda bikin û gelê kurd wê bi ser bikeve.”
Peyama Emerîkayê destekdana şer e
Li Mêrdînê jî Nobeda Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 50’î de li pêş avahiya HDP’ê ya Mêrdînê hat lidarxistin. 2 tûrîstên hatin Mêrdînê û xwestin li qada çalakiyê wêne bigirin, polêsan ew asteng kirin. Polîsan wêneyên ku tûrîstan girtibûn jê birin. Di çalakiyê de Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî û wiha got: “Tirkiye ji bo têkeve Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefan dixwe. AKP’ê biryara şer stendiye. Vê îqtîdarê aqilê xwe xwariye. Niha Tirkiye li pey komployeke mezin e. Bi vê komploya şer xwe amade dike ku têkeve axa Rojava. Di nava vê kompoyê de destê welatên Ewropa û DYA jî heye. DYA dibêje ‘ez tev li operasyonê nabim. Bi vê yekê peyama piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Ev biryara şer wê Tirkiyeyê weran bike.”
AMED/MÊRDÎN