Xizmet tune ye
Her wiha Ziryan Elî Mistefa berdevkê şêniyên ku bi çalakiyê rabûye jî wiha dibêje; “Ev herêm di navbera du navçeyan de ye, lê heyanî niha nehatina elektrîkê tiştekî balkêş e. Herjmara gundên bêelektrîk jî bi qasî 10–15 gundan e lê bê xizmetguzarî maye, ji ber vê em ji hikûmeta Herêmê dixwazin ku di demeke kin de li ser vê rewşê rawestin, em ê jî çalakiya xwe bênavber berdewam bikin heyanî pêdiviyên me bi cih tên. Ji ber Qendîl her dem bûye cihê şoreş û serhildêrî ji ber vê pêwîst e mafê vê herêmê jî were dayîn.”
Çalakiyê heta saet 04:30’an berdewam kir, lê di encama vê çalakiyê de serkarê (mudurê) navçeya Sengeser Muhemed Abdullah û serkarê asayîşa giştî ya navçeya Sengeser Saman Resûl hatin cihê çalakiyê û bersiv dan pirsên şêniyên herêmê, guh dan pirsgirêk û daxwazên gel û wiha gotin; “Di serî de em spasiya we dikin û ev mafê we yê rewa ye ku hûn daxwaza mafê xwe bikin. Divê di serî de em vê yekê bêjin ku yek hikûmeta me heye, butçe û pereyên heye jî yên gel bi xwe ne. Ji ber vê kî xizmeta welatê me bike em desxweşiyê lê dikin. Lê ev nêzî du meh in ku ez hatime ser erkê ji min re hatiye dayîn. Di Meha Remazanê de jî encumenên herêma Navdeşt hatin serdana me, îhaleya projeya elektrîkê ya gundên binarê Qendîl û hemû Navdeşt ji îhaleya şîrketa Boskan re hatiye dayîn. Em li bendê ne ku cejna Remezanê bi dawî bibe, em ê jî piştî demeke kin bersivê bidin we, ger hêza me têrê bike. Ji ber me projeyek bi bihayê 3 milyar dînar destpê kiriye û wê dest bi kar bike. Her wiha divê li her cihê ku lê xizmetguzarî tê kirin li paş wê armancên siyasî nebin. Hate gotin ku em ê di warê xizmetguzarî de wê dest bi kar bikin, lê em nizanin ka wê kengê dest bi kar bikin. Belkî sînorê îdarî di navbera me û Partî Demokrat de cuda ye, lê ev pereyên tên bikaranîn ne pereyê bavê me ye, yê gel bi xwe ye, lê divê rêz ji sînorê îdarî re jî were girtin.”
Piştî sozan îkna bûn
Di encama van daxuyaniyan de gelê herêmê bi van gotinan îqna nebûn û gotin; “Em ji we bersiveke zelal dixwazin ka wê kengê elektrîk were gundên me? Ji ber ev nêzî salekê ye ku ji me re soz tê dayîn û di vê derbarê de jî belge di destê me de heye û ji aliyê Îmad Ehmed ve hatiye îmzekirin ji ber vê em dixwazin di vê derbarê de hûn bersivên zelal bidin me. Lewma jî yekser serkarê navçeya Sengeser bi rûspiyên herêmê re rûniştin û civînek pêk anîn.
Di encama civînê de careke din serkarê navçeya Sengeser Muhemed Abdullah derkete pêşberî şêniyên çalakdar û wiha dest bi axaftinê kir û wiha got; “Em bi hev re rûniştin û em gihan encamê ku piştî mehekê yanî di 11’ê Îlona sala 2013’an, şîrketên peywendîdar werin û li vir dest bi karê anîna elektrîkê bikin, ger ev kar di navbera mehekê de jî destpê nekir, ez bi xwe amede me ku werim li vir bi we re careke din dest bi çalakiya rê birînê bikim.”
Her wiha li ser navê şêniyên herêmê Şivan Ehmed jî wiha axivî; “ Em spasiya serkarê navçeya Sengeser dikin, lê ger daxwazên me heyanî meheke din bi cîh neyên em ê weke gelê herêmê careke din dest bi çalakiya rêgirtinê bikin.”
Di dawiya van daxuyaniyan de rê li hatûçûnê re hate vekirin.
ANF/QENDÎL