
Li nançeya Bilbilê ya Efrînê di çarçeva kampanya şermezar kirina 15'ê Sibatê ku komîta Parastina Ocalan dabû despêkirin bi hezaran kes meşiyan. Bi hezaran meşvan li ber mala gel ya navçeyê kombûn. Meşvanan bi sloganên''Bijî Serok Apo'' û her wiha sloganên li dijî komployê qîriyan. Meşvanan pankartên li ser nivîsên li dijî komployê û yên azadiya Ocalan dixwestin û tecrîda li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji alî hikumeta AKP'ê ve tê meşandin şermezar kirin, vekirin.
Piştî ku meş gihişte meydana navçeyê meşvan deqîqeyekê rêzgirtin, piştre endama Komîteya Parastina Ocalan Fîdan Fayiq axivî û berxwedana Ocalan silavkir û da zanîn ku, komploger dixwestin îradeya gelê Kurd bin pê bikin. Di dawiya axaftina xwe de Fayiq balkişand ku, komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn didome, lê gelê Kurd bi derxwedana xwe komployê vala derdixe. Her wiha endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Saziya Çand û Hunerê û Meclisa navçeya Bilbilê axivîn û komploya 15'ê sibatê şermezar kirn û dan zanîn ku ew dê heta dawî li ser fikir û felsefeya Ocalan bimeşin.
Li Dirbêsiyê civîn
Li bajarê Dirbêsiyê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şermezar kirina 14’mîn salvegera 15'ê Sibatê, li navenda çand û hunerê civêneke berfireh li darxistin. Civîn bi deqîqeyek ya rêzgirtinê destpêkir, piştre Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Dilşa Mistefa axavî. Dilşa diyar kir ku, armanca wan ji vê civînê pişgirtiya xwe bi Ocalan re bidin nîşandan, her wiha komploya navnetewî şermezar bikin. Piştre Mistefa li ser jiyana Ocalan ya di nava tekoşîna azadiya gelê Kurdistanê de axivî û da zanîn ku, Ocalan li dijî adetên kevneşop yên di nava civakê de derdiket û ji bo azadiya jinan pir gavên girîng avêtin ku bûn sedema azadiya jina Kurd. Di dawiya axaftina xwe de Mistefa tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û berxwedana Ocalan ya bê rawestan tevî hemû zehmetiyên jiyanê ku tê de ye silav kir. Piştî ku axaftin bi dawî bû li sînevîzyona ku li ser komployê û axaftinên Ocalan hate temaşe kirin.
Li gundan protesto
Li navçeya Raco jî bi sedan ciwan li ber avahiya navenda Şehîd Aslan a ciwanan kom bûn. Ciwanên ku meşale di destê xwe de hilgirtibûn li nava kolanên navçeyê geriyan û di nava bazara navendî ya navçeyê û taxa Elsixûr geriyan. Ciwanan al û sembolên kurdî di destên xwe de hilgirtibûn. Her wina duruşmeyên ku Ocalan silav dikirin, doza azadiya Ocalan dikirin, tecrîda li Îmralî şermezar dikirin û yên ku berxwedana YPG'ê silav dikirn diqîriyan.
Li gundê Basûtê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê gundiyan heman armanên çalakiya rawestandinê di kolana giştî ku di nava gund re derbas dibe li dar xistin. Çalakiya gundiyan derdora 2 saetan dewam kir, çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre Endama Yekîtiya Star Hedayat Umer axavî û da zanîn ku Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Ocalan hedefa wê gelê kurde û komploya 15'ê Sibatê şermezar kir. Di dawiya axaftina xwe de Umewr bal kişand ku komplo ya li dijî gelê kurd hîd didome û nîşana wê êrîşên li ser gelê Rojavayê Kurdistan li Serêkaniyê û Eşrefiyê ye. Di heman çarçoveyê de li gundê Şêxurzê ya na navçeya Bilbilê ya Efrînê gundiyan çalakiya rawestandinê li dar xistin. Gundiyên ku kom bibûn cilên reş li xwe kiribûn û destên xwe bi benên reş girêdan. Çalakiya gundiyan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir piştre gundiyan çalakiya rûniştinê lidarxistin û li gotinên Ocalan hate guhdarkirin. Çalakvanan pankartên ku li ser nivisîbûn ''Bê Ocalan jiyan nameşe', 'Bijî berxwedana Îmralî', 'Em komploya li dijî Ocalan şermezar dikin' vekiribûn.
Ciwanên Şoreşger meşiyan
Li navçeya Cindêrisê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şermezarkirina salvagera 14'an ya 15'ê Sibatê meşeke li dar xistin. Meş ji Goristana Şehîdan dest pê kir, meşvanan ji wir berê xwe dan gundê Kefer Sefra û li nava kolanên gund geriyan di saet 17.an de meşvan gihiştin noqteya kontrolê ya navçeya Cindêris û meşa xwe bi meşelan dewam kirin û li nava navçeya Cendêridê geriyan, piştî ku meşvan gihiştin ber Mala Gel ya navçeyê. Li ber mala gel deqeyeke rêzgirtinê rawestiyan. Piştre Endamê Tevgera Civakê Demokratîk Ebdilezîz Mîrza axivî û komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û diyar kir ku komploger armanca wan ji radestkirina Ocalan ew bû ku îradeya gelê Kurd bin pê bikin. Her wiha Mîrza destnîşan kir ku gelê Kurd li ber xwe da û li ber xwe dide heta ku rêbertiya xwe azad bike dê li ber xwe bide. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdalah Ocalan, alên Desteya Bilind a Kurd hilgirtin, her wiha pankartên ku li ser nivisîbûn '' bê Ocalan jiyan nabe''. ''em komploya navnetewî şermezar dikin'' vekiribûn.
NAVENDA NÛÇEYAN
Li Qeledizê meş
Li Başûrê Kurdistan bajarê Qeledizê, 15’ê Sibatê bi meşek girseyî hat şermezarkirin. Gelê Ranya û Qada Meredo jî tevlê meşê bûn. Meşa ku ji aliyê Hemwelatiya Azad û Yeksan û RJAK’ê ve hate organîzkirin, gel ji Senterê Genca dest pê kir û heta Baxê Giştî berdewam kir.
Di meşê de wêneyê Rêberê gelê Kurt Abdullah Ocalan hate rakirin. Her wiha wêneyê her sê siyasetmendarên jin ên Kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin û wêneyê Vîyan Soran jî hat hildan. Dîsa di meşêda alên PÇDK û RJAK’ê hate hildan. Piştî meş gihîşt Bagê Giştî yê bajarê Qeledizê daxuyaniya çapemenî hat dayîn.
Daxuyanî ciwanên PÇDK, RJAK, Hemwelatîya Azat ve hat xwendin.
Di serî de daxuyaniya PÇDK ji aliyê Şex Mehemd Bestadê ve hat xwandin. Piştre ya Hemwelatiya Azat ji aliyê endamê hemwelatiya azad Silêman Wertê da hat xwandin. Daxuyaniya RJAK jî ji aliyê Awaz İsmaîl da hat xwendin. Dawiyê jî daxuyaniya ciwanên welatparêz hat xwendin.
ANF/QELENDIZ
Li Qedîlê semînera 15’ê Sibatê
Li Qendîlê ji bo xwendekaran semînera derbarê komploya navneteweyî hat dayîn.
Li gundê Wesanê ya girêdayî dola Balayan semînerek der barê dîroka komployê û di dîroka komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê de ji xwendekarên gundê Wesanê ya dibistana navendî û lîseyê re hate dayîn. Xwendekarên vê dibistanê beşek ji demên dersên xwe ji vê semînerê re veqetandin û li hember ravekirina dîroka komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê gelê Kurd û Rêberê şoreşên din yên di Kurdistanê de pêş ketine de eleqeyeke mezin nîşan dan. Semîner ji aliyê endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan a KCK’ê Xebat Hewlêr ve bi rêve çû. Semîner bi deqeyek rêz girtinê ya ji bo şehîdan dest pê kir.
Beriya ku semîner were dest pêkirin midûrê dibistana Wesanê yê bi navê Karox axivî û got:“ Pêwîste ku hemû xwendevanên me baş li vê semînerê guhdar bikin, ji ber ev jî yek ji waneyên me yên dîrokê ye. Roja 15’ê Sibatê ne tenê kesayetek yan jî rojek nîne ku komplo li ser pêk hatibe, berovajî ev komplo li ser hemû gelê Kurd pêk hatiye. Ji bo em dîroka komploya 15’ê sibatê fêm bikin pêwîst dike ku em rastiyên dîrokî yên di Kurdistanê de pêk hatine baş nas bikin."
Xebat Hewlêr di der barê armancên hilweşandina tevgera azadî û bê hêvî hîştina gelê Kurd de jî wiha got: “Dema ku em li dîrokê dinêrin emê bibînin ku hemû şoreş û serhildan piştî ku rêber û serokên wan hatine girtin yan jî çûna ber sêdarê, şoreş jî hatine binxistin. Ji ber vê hate gotin ku wê piştî Rêberê Gelê Kurd were girtin wê tevgera azadiyê jî di navbera çend mehan de ji holê rabe û tiştek bi navê Kurd jî nemîne. Lê hêzên komploger ev ji bîr kirin ku PKK ne tevgereke hêsane û ne weke hemû serhildanên Kurd yên berê ne. Dema ku rêber APO hate dîl girtin, li hemû Kurdistanê û derveyî welat gelê Kurd derket kolanan. Gelê Kurd di pratîkê de wiha got; ‘belkî hûn yek Apo dîl bigirin, lê 40 milyon Apo li dervene.’ Ev jî tê wateya ku rêber Apo ne tenê fîzîkiye, ew raman, hişmendî, exlaq, çand û jiyan e. Armanca plangeriya 15’ê sibatê xwest ku îradeya gelê Kurd bişkîne û vîna Kurdan ji bo azadiyê tune bike.”
'Serkeftin a gelê Kurd e'
Xebat Hewlêr her wiha bal kişand ser siyaseta ku di roja îro de jî birêve diçe û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dema ku em komploya navnetewî dinirxînin di roja îro de jî ev plan xwe berdewam dikin. Îro jî dema ku em siyaseta heyî digirin dest emê bibînin ku dixwazin Kurdekî koletiyê qebûl dike û her dem di bindest meye biafirînin. Lê bi rêbertiya rêber APO û PKK’ê Kurdekî bi hêz û xwedî îrade hatiye avakirin. Ji ber vê niha jî ewqas şer û pevçûn berdewam dikin. Mînak em dibînin ku ji aliyekî ve hevdîtin bi Rêber APO re pêk tên ji aliyê din ve jî li Parîsê sê hevalên me yên jin hatin qetil kirin. Ger bi rastî dewleta Tirk dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike çima ewqas balafirên xwe yên şer dişîne ser çiyayên Kurdistanê? Û alîkariyê dide giropên çete û êrîşan dibe ser gelê Kurd yên Rojavayê Kurdistanê? Ji ber vê em dibêjin ku hîn jî plangerî û komplo berdewam dike. Lê tiştê herî zêde di roja îro de cihê kêfxweşiyê ye ku yekîtiya netewî di nava gelê Kurd de pêk hatiye û ev bi alîkariya gelê em yê başûr Rojavayê Kurdistanê re diyar dibe. Careke din di salvegera vê plangeriya navnetewî de em hemû hezên ku di vê komployê de cihê xwe girtine şermezar dikin. Ji her demê zêdetir serkeftin ya gelê Kurd e.
ANF/QENDÎL